Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin 2025-10-17 17:55:20   ŞIRNEX - Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz û endamê HPG'ê Cengîz Sivaci hat kirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlîbûna Parlementera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan, endam û rêvenerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan serdana şîna endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz (Tekoşîn Cûdî) ku di 3'1ê Gulana 2017'an li Metînayê jiyana xwe ji dest da û endamê HPG'ê Cengîz Sivaci (Rêzan Serdem ) ku sala 2023'yan li Qadên Parastiba Medyayê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.   Girse destpêkê li taxa Çemkûrkê kom bû û bi diruşmeya, “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” heya mala endama YJA-Starê Yilmaz meşiyan. Li vir destpêkê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre Parlementer Newroz Ûysal Aslanê sersaxî ji malbata Yilmaz re xwest û wiha axivî: “Ji bo ku em bibin layîqê cangoriyan divê em xeyalên wan pêk bînin. Divê di pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi azadiya gelê Kurd dawî bibe. Wê demê em ê bikaribin bibin layîqê cangoriyên azadiyê.”   Piştî sersaxiyê serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû. Piştre girse çû serdana şîna Cengîz Sivaci yê li Konûtên Misûriyê û li vir bi diruşmeyan heya mala Sivaci meşiye.   Dema girse gihîşt mala malbata Sivaci ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri sersaxî ji malbatê re xwest.   Piştî axaftinan dua hatin xwendin û serdana şînê bi dawî bû.