Xetereya li ser jiyana Aykol didome 2025-10-16 12:17:07 ENQERE - Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî û 3 roj in li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin, hêj giran e.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî, niha li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin. Bijîşkê Aykol têkildarî rewşa wî axivî û got ku xetereya li ser jiyana Aykol didome, di dilê wî de pirsgirêk heye û ji bo piştgiriyê jî dermanan didin Aykol. Bijîşk, destnîşan kir ku her çend pir kêm jî be hêj xwîn diçe ser mejiyê Aykol, ew hewl didin bi dermanên didin Aykol re pêşiya vê bigirin. Bijîşk, got ku rewşa Aykol stabîl e.    Her wiha bijîşk destnîşan kir ku ew ê bertekên Aykol ên bêyî derman jî bişopînin.