Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin 2025-10-15 15:34:23   ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, piştî emeliyeta 3 saetan derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku duh xwîn çûbû ser mejiyê wî, piştî emeliyatê li beşa çavdêriya awarte dihat tedawîkirin. Îro di danê sibehê de careke din xwîn çû ser mejiyê Aykol û li ser vê yekê cara duyemîn xistin emeliyatê. Aykol, piştî emeliyata 3 saetan domiya derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin.