Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin 2025-10-15 14:33:39   STENBOL - Di cînayeta rojnameger Hakan Tosun de esnafê bi navê Y.S. ku tê îdiakirin dîmenên kamerayê daye malbata gumanbaran, hate binçavkirin.    Rojnameger û aktîvîst Hakan Tosun di 10’ê Cotmehê de li navçeya Esenyurt a Stenbolê li naverasta kolanê rastî êrişê hat û di 13’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya qetilkirina Tosun de esnafek hate binçavkirin. Piştî îdiaya dezgehên çapemeniyê ya “kameraya ewlehiyê ya kargehê ku kêliya êrişê herî baş kişandî radestî malbata gumanbarekî hate kirin”, esnafê bi navê Y.S. ku tê îdiakirin dîmen radest kiriye, hate binçavkirin.