Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin 2025-10-13 15:06:47 WAN - Saziyên ziman û DEKUP’ê ji bo komxebata ziman a ku dê di 15-16’ê Cotmehê de li Wanê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Saziyên ziman ên li Wanê û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), dê di 15-16’ê Cotmehê de li Wanê komxebata “Stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” li dar bixin. Têkildarî komxebatê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hat dayin.    Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbahar di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Dema gelan hemû mafên xwe karîn bi kar bînin, wê demê aştî dikare bibe. Ji bo Kurdan yek ji meseleya herî girîng jî zimanê dayikê ye. Zext û qedexeyên li ser Kurdî hêj di gelek qadan de berdewam in. Di destûra bingehîn de hêj nehatiye misogerkirin û xwedî statu nîne. Heta statuya zimanê Kurdî neyê naskirin û heta Kurdî nebe zimanê perwerdeyê, mirov nikare behsa aştiyekê bike. Birêz Ocalan dibêje ‘Ji bo neteweyekê zimanê dayikê ji av û nan girîngtir e.’ Lewma divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û di destûra bingehîn de bê misogerkirin.”    DÊ STRATEJÎ Û POLÎTÎKA BÊ DIYARKIRIN     Dilbahar, got: “Zimanê dayikê divê her tim di rojeva gelê Kurd de be. Ji bo vê divê plan û stratejiyan diyar bike. Saziyên zimanê Kurdî û DEKUP dê di 15-16’ê Cotmehê de komxebateke girîng bike. Armanca me ew e ku stratejî û polîtîkayên têkoşîna zimanê Kurdî diyar bikin. Divê hemû saziyên me stratejiya xwe diyar bikin. Ji bo ev komxebat bigihije armanca xwe, divê em tevek bixebitin. Dê gelek kes û sazî tev li komxebatê bibin. Me ji bo vê 8 kom ava kirin. Ji bo Kurdî di hemû qadan de were bikaranîn, em ê stratejî û polîtîkayan çêbikin. Gelê me jî bila beşdarî vê komxebatê bibe, rexneyên xwe bike û alîkar be.”    Dilbahar, da zanîn ku komxebat dê di 15-16’ê Cotmehê de li Eywana Dawetan a Çiraganê bê lidarxistin û banga tevlibûnê kir.    Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî zimanê Kurdî” û “Bê Kurdî jiyan nabe” bi dawî bû.