Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in 2025-10-11 12:00:44   ŞIRNEX – Mehmet Salih Erden ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat tehliyekirin, got: “Rojên ku em ê bi Rêbertiya xwe re azad bijîn pir nêz e.”   Serdanên gel ên ji bo Mehmet Salih Erden ê ku di piştî 30 salan di 9’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat tehliyekirin, didomin. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (TUHAD-DER) û bi tevlibûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kesan hate kirin.   Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (TUHAD-DER) Aydin Denîz got: “Heta hemû hevalên me azad bin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê, diyar kir ku ji bo tehliyeya Erden bextewar in û ev tişt got: “Ev dewlet ji me re, ji hevalên me û ji malbatên wan re deyndar e. Ji bo jiyaneke birûmet berdêlên ewqas mezin hatiye dayîn. Ji bo ‘mafê hêviyê’ û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  em ê li her derê têbikoşin. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”    Mehmet Salîh Erden, got: “Kes bi tena serê xwe azad nabe. Azadî bi civakî pêkan e. Têkoşîna 50 salan me nêzî azadiyê kir. Rojên ku em ê bi Rêbertiya xwe re azad bijîn pir nêz e.”