Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye 2025-10-09 11:35:04   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku komploya navneteweyî ji hêla Abdullah Ocalan ve vala hatiye derxistin û got: “Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh hate lidarxistin û geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Doganê diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û got: “Di rojên pêş de dê geşedanên girîng çêbibin.”    Ayşegul Doganê di serî de bal kişand ser tiştên li Xezeyê diqewimin û bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê. Bi domdarî Ayşegul Doganê got ew piştgiriyê didin agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de.    Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina ji Sûriyeyê dest pê kir û got: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha tevî her tiştekî, bi hewldanên biisrar ên aştî û demokratîkbûnê yên Ocalan vala hate derxistin. Gelo xwestin di 9’ê Cotmehê de çi bikin? Armanc ew bû ku di navbera Tirk-Kurdan de şerekî derxînin. Lê bi ser neketin. Lêbelê ji bo bi ser nekeve têkoşîneke mezin hate meşandin û bedelên giran hatin dayin. Dema di çarçoveya bandora herêmî de em lê dinêrin, asta em li Tirkiyeyê gihiştinê qonaxeke krîtîk e. Qonaxeke pir girîng û dîrokî ye. Sedema biisrar dubarekirina van gotinên min ne ji ber xwe ve ye. Dema li 30 salên dawî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê nihêrtin, ev aliyê krîtîk û dîrokî baştir tê dîtin.”    OCALAN DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ÇI KIR?   Di berdewamê de Ayşegul Doganê wiha got: “Baş e lê Ocalan di vê pêvajoyê de çi kir? Îradeyeke çawa raber kir? Birêz Ocalan ku 27 sal in di tecrîdê de ye, ji bo valaderxistina vê komploya navneteweyî, pêvajo dav bi dav hûnand û teklîfa modeleke jiyana deokratîk ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re kir. Em vî aqilê komploger, aqilê dixwaze ji vir şer derxîne, dixwaze wêraniyê bîne, dixwaze koçê û şerê di navbera gelan de derxîne ne tenê şermezar dikin; her wiha bi sala ye li dijî wî têdikoşin û bedel didin.    AQILÊ KOMPLOYÊ HÊJ DI NAVA BIZAVÊ DE YE    Belê em behsa komployeke vala hatiye derxistin dikin. Lêbelê ev aqil hêj dibizive. Hêj jî hewl dide derfetên aştiyeke birûmet, aştiyeke wekhev û adilane tune bike û qada wê teng bike. Lê teqez dê bi ser nekevin. Lêbelê êdî tehemûla tu kesekî nemaye ku bêhtir kes bimirin. Lewma hewceye her kes baş bi qîmeta vê pêvajoyê bizane û cidî nêzî pêwîstiyan bibin.    MIFTEYA MODELA JIYANÊ   Civaka komunal a demokratîk, eko-ekonomî, eko-endustrî, sosyalîzma civaka demokratîk, entegrasyona demokratîk û herî dawî jî demokrasiya muzakerevan... Ev têgeh divê ne tenê weke têgeh bên destgirtin. Em dixwazin vê di çarçoveya 9’ê Cotmehê de jî bi bîr bixin. Ev têgeh, têgehên sereke yên modela jiyana nû ne ku Ocalan pêşkeşî cîhan, Tirkiye, herêm û xelkê herêmê dike.    Birêz Erdogan gotibû; ‘Her gavekî erênî dê bibe wesîleya gaveke din a erênî.’ Her wiha lîderê MHP’ê birêz Devlet Bahçelî got; ‘Ji ewil bila çek bêdeng bibin, paşê dikare li ser her tiştekî were axaftin.’ Em jî niha dibêjin ku; bêdengbûna çekan girîng e lêbelê divê rewşa bêpevçûniyê mayinde bibe. Ji bo rewşa bêpevçûnî mayinde bibe hewceye hinek gav bên avêtin. Çek bêdeng bûn, wê demê divê niha yasa, hiqûq û demokrasî bêhtir xuyanî bibe. Çek bêdeng bûn, wê demê niha dema naskirin û qebûlkirina vê ya ji hêla hiqûqî ve ye. Lêbelê heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Gotinên girîng tên kirin lêbelê ev têr nake. Em dibînin ku dubarekirina vê tenê dibe windakirina demê.    SERDEMA NÛ   Ji bo ku em fêm bikin di pêvajoya veguhêz de ne, hem ji hêla civakî hem jî ji hêla siyasî ve divê geşedanên nû çêbibin. Her tiştek, li aliyekî îşaret bi serdemeke nû dikin. Li hêla din, têkildarî vê mijarê tu gaveke şênber nayên avêtin. Di serdema nû de hewceye were dîtin ku serweriya hiqûqê û edalet cîbicî bûne. Divê em bi bibînin ku tecrîd ji holê rabûye. Divê pirsa ‘Dê çima biaxive?’ neyê kirin. Hewceye girîngiya axaftina wî were vegotin û ev tenê ji DEM Partiyê re neyê hiştin. Ev ne tenê meseleya DEM Partiyê ye. Meseleya Tirkiyeyê, ya civak û siyasetê ye. Lewma ji bo di vê mijarê de gav bên avêtin hewceye em bi hev re bixebitin.    HEWCEYE KOMÎSYON BI OCALAN RE PÊWENDIYAN DEYNE    Hewceye komîsyon bi birêz Ocalan re pêwendiyan deyne. Bahçelî di vê mijarê de daxuyanî da û em jê keyfxweş bûn. Lê hêj jî serokê Meclisê û serokê komîsyonê di vê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayin.    DÊ DI TEVAHIYA COTMEHÊ DE BIDOME   Kampanyaya me ya ‘Em aştiyê dixwazin’ dê di tevahiya Cotmehê de bidome. Ev kampanya li hemû rêxistinên me yên bajar û navçeyan û li her herêma Tirkiyeyê didome. Her wiha plansaziyên nû tên kirin. Li gel hevdîtinên me heta niha kirine, têkildarî serdema nû ya Meclisê jî amadekarî hene û di MYK’ê de li ser van mijaran nîqaş hatin kirin. Di serdema nû de dê di vê mijarê de plansaziyên me hebin.    EV TEVEK NÎŞAN DIDIN KU GAV NEHATINE AVÊTIN    Hûn jî dişopînin bê ka ev pêvajoya krîtîk dikare çawa were derbaskirin. Ji ber ku li qadê jî em gelek caran rastî van pirsan tên. Hin alî jî girêdayî geşedanên li Sûriyeyê dikin. Têkildarî komîsyonê jî pirs hene. Yên pirsên weke ‘Dê çawa bibe? Dê birêz Ocalan nêrînên xwe çawa bi wir re parve bike? Ev dê çawa bibe?’ dikin jî hene. Ev tevek nîşanî me didin ku gav nehatine avêtin. Divê em vê jî bibînin; berpirsyartiya pêvajoyê di esasê xwe de li ser milê birêz Ocalan hatiye hiştin. Ev tiştekî gelek girîng e lê divê bersiva vê were dayin.    BAL KIŞAND SER ENTEGRASYONÊ   Tê gotin ku li Sûriyeyê banga diyalogê ya HSD’ê ji hêla hikûmeta demkî ve bêbersiv tê hiştin. Mijara entegrasyona YPG’ê danîne pêşiya hemû mijarên din. Entegrasyon ne ew e ku aliyek xwe radestî aliyê din bike û divê wisa neyê nirxandin. Entegrasyon, guherîn û veguherîna her du aliyan e. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje aliyekî Tirkiyeyê jî eleqedar dike heye. Ji ber ku em jî behsa entegrasyona demokratîk dikin. Birêz Ocalan di banga 27’ê Sibatê de bal dikişand ser vê mijarê lê em nikarin yekser girêdayî wê binirxînin. Du pêvajoyên cuda, du prosedûrên cuda, du welatên cuda û mercên cuda hene.”