Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin 2025-10-09 11:02:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku şandeyên Îsraîl û Hamasê di roja sêyemîn de li ser qona ewil guftûgoyên “Plana Xezeyê” de li hev kirine.    Êrişnê Îsraîl ên li dijî Xezeyê didomin. Ji bo rawestandina şer, gelek welatên cîhanê ji bo hevdîtinên agirbestê pêk bê, bi her du aliyan re civiyan. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand ku şandeyên Îsraîl û Hamasê di roja sêyemîn de li ser qona ewil a guftûgoyên “Plana Xezeyê” de li hev kirine.   Tê texmînkirin ku yekem qonaxa lihevkirinê, serbestberdana dîlgirtiyên di destê Hamasê de û vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Xezeyê ya beş bi beş e.    Li gorî çavkaniyên nêzîkî pêvajoyê, alîgir piştî muzakereyên çar rojan wê roja pêncşemê li Misirê lihevkirinê îmze bikin. Li gel DYA’yê gelek aktorên navneteweyî jî beşdarî hevdîtinê bûn. Hêj saeta ku agirbest bikeve meriyetê nehatiye diyarkirin. Di vê navberê de rayedarên Parastina Sivîlan a Xezeyê, ragihandin ku siba roja Pêncşemê Îsraîlê bombebarandinên xwe yên li herêmê domandine.   NAVEROKA LIHEVKIRINÊ     Li gorî ku agahiyên Qeterê, lihevkirin hemû mekanîzma û sererastkirinên têkildarî bicihanîna agirbestê di nava xwe de dihewîne. Tê payîn ku dê li gel îmzekirina agirbestê şer û pevçûn bisekinin.   Hamas, wê ji 47 dîlên di destê xwe de digire 20’an di carekê de serbest berde. Li hemberî vê yekê Îsraîl jî wê nêzîkî 2000 girtiyên Filistinî serbest berde; ji van 250 kesên cezayê muebbedê lê hatine birîn û 1700 kes jî ji kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve girtî ne, pêk tê. Tê plankirin ku pevguhertin di nava 72 saetên piştî îmzekirina lihevkirinê pêk were.   Herwiha wê destûr were dayîn ku di tevahiya pênc rojên ewil ên agirbestê de her roj herî kêm 400 kamyonên alîkariya mirovî bikevin Xezeyê, tê payîn ku ev hejmar di rojên pêş de zêdetir bibe. Li gorî agirbestê wê sivîlên ku aliyê başûr ji cih û warên xwe bûne, vegerin bajarê Xezeyê û bakurê wê. Lêbelê artêşa Îsraîlê, ji gel xwest ku vê gavê venegerin van herêman.   BOMBEBARANÊN NÛ YÊN PIŞTÎ LIHEVKIRINÊ      Parastına Sivîlan a Xezeyê, piştî eşkerekirina lihevkirina agirbestê da zanîn ku Îsraîlê hin herêmên Xezeyê bombebaran kirine. Rayedarên saziyê ragihand ku bi taybetî li bajarê Xezeyê êrişên hewayî yên dijwar pêk hatine.