Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin 2025-10-06 11:26:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Îlonê ya JINNEWS’ê; 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Îlonê aşkera kir. Li gorî çeteleyê; 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daneyan, piraniya jinan j hêla zilamên nêzî wan ve hatine qetilkirin. 3 jin ji hêla hevjînên xwe yên di qonaxa hevberdanê de, ji 2 ji hêla zilamên ku hev berdabûn, 2 ji hêla nasên xwe, yek ji yêla xezûrê xwe, 3 ji hêla hevjînê xwe, 2 ji hêla zilamên hevberdayîn, 2 jê ji hêla zarokên xwe ve, yek ji hêla destgiriyê xwe, yek ji hêla neviyê xwe, yek ji hêla cîranê xwe û yek jî ji hêla zilamekî ve hate kuştin. Bi domdarî hate gotin ku ji van jinan 3 jê li Enqereyê, 3 li Afyonê, yek li Îzmîrê, 3 li Kocaeliyê, yek li Antalyayê, 2 li Denîzliyê, yek li Osmaniyeyê, yek li Stenbolê, yek li Mûglayê, yek li Samsûnê, yek li Zonguldakê û yek jî li Dîlokê hatiye qetilkirin.