Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket 2025-10-05 13:42:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 303’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bo Azadiyê” derket.  Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 303’yemîn de bi manşeta “Ji bo Azadiyê” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih dide meşa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve ya bi beşdariya sedan aktivîstan bi boneya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna civakeke demokratîk a bi dirûşma ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’. Aktivîsta TJA’yê Fatma Ablay li ser meş û armanca xwe diaxive û destnîşan dike ku ew ji bo şikandina tecrîda giran li Îmraliyê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin Enqereyê.    Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Adar Jiyan, Seyîtxan Anter, Felemez Ûlûg, Hisên Çatikkaş, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Siyabend Alan, Mûrat Tunekiragij, Kewê Redkan, Hesen Hemkê, Serdar Altan û Hogir Berbir, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.   Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.