Bang ji bo fînala meşê 2025-10-05 11:52:18 ENQERE - Çaglar Demîrel a TJA'yî diyar kir ku jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê dest bi meşê kirin, dê sibê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyekê bidin û got ku ew ê dosyeya ku wan der barê pêvajoyê de amade kiriye di 7'ê Cotmehê de pêşkêşî meclisê bikin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), 250 jin meşa ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve dan destpêkirin, didomînin. Di roja şeşemîn a çalakiyê de, meşvan dê saet di 17:00'an de li ber Girtîgeha Jinan a Sîncanê bin û daxuyaniyekê bidin. Piştre, di 7'ê Cotmehê de, saet di 10:00'an de, dê li nêzî Deriyê Çankaya ya Parka Meclisê daxuyaniyekê bidin û dosyeya ku TJA'yê der barê pêvajoyê de amade kiriye berpêşî meclisê bê kirin.    Çaglar Demîrel a TJA'yî ku ji bo meşa 6-7'ê Cotmehê bang li hemû jinan kir, diyar kir ku beşdarbûna jinan, mirovên ji beşên cuda yên civakî û rêxistinên civaka sivîl di meşê de pir girîng e û got: "Girtîgeha Sîncanê, cihekî ku girtiyên siyasî bi awayekî neqanûnî lê tên girtin, dê yek ji rawestgehên herî girîng ên vê meşê be."   ‘JIN HÊZA HILGIR A PÊVAJOYÊ NE'   Çaglar Demîrelê diyar kir ku jin hêza hilgir a pêvajoyê ne û her wiha serdema salekê ya pêvajoyê jî bibîr xist û got: "Birêz Ocalan, di daxuyaniya xwe ya 27'ê Sibatê de peyamên zelal dan û diyar kir ku dikare hawîrdoreke aştiyane were avakirin ku tê de çek bêdeng bin. Lêbelê, têrkeriya gavên di pêvajoyê de hatine avêtin û rola meclisê mijara nîqaşê ye. Ji ber vê yekê, wekî TJA û Tevgera Jinan, me dosyeyek amade kir ku tekeziyê li pêwîstiya ku meclis erkê xwe bicîh bîne dike. Ji bo ku pêvajoya aştiyê pêşve biçe, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û serbestberdana hemû girtiyên siyasî pêwîst e. Jin bi berdewamî pêşengên pêvajoya demokratîk û aştiya civakî ne. Di vê meşa ku di navbera 1 û 7'ê Cotmehê de hat lidarxistin de, jinan careke din nîşan dan ku ew hêza hilgir a vê pêvajoyê ne."   ‘AZADIYA OCALAN, AZADIYA ME HEMÛYAN E'   Çaglar Demîrelê bal kişand ser girîngiya ku Abdullah Ocalan dide têkoşîna azadiya jinan û got: "Bi salan e birêz Ocalan têkoşîna azadiya jinan wekî bingeha wekhevî û civakeke azad nîşan daye û bîrdoziya wî ya azadiya jinan rêberiya me dike. Azadiya birêz Ocalan azadiya hemû civakê ye. Tecrîda mutleq a îro li Îmraliyê ne tenê azadiya birêz Ocalan, lê di heman demê de azadiya jin û gelan jî hedef digire. Ev meş ji bo nîşandana ku aştî û civakeke demokratîk dikare pêş bikeve, pir girîng e."   BANGAWAZÎ   Çaglar Demîrelê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû jinan ên ji beşên civakî yên cuda û yên ku piştgiriyê didin aştiyê û got: "Em vê meşê ji Enqereyê silav dikin û her kesî vedixwînin ku di 6'ê Cotmehê de li ber Girtîgeha Sîncanê bicivin. Bi jinên ji Amedê re dê daxuyaniyeke hevbeş were dayîn û pêşwaziyeke bicoş were kirin. Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku cihekî ku girtiyên siyasî bi awayekî neqanûnî lê tên girtin, dê yek ji rawestgehên herî girîng ên vê meşê be. Di tevahiya meşê de, peyamên ji girtîgehan û bangên jinan ji bo aştiyê dê bi raya giştî re werin parvekirin. Jin her wiha diyar dikin ku di vê pêvajoyê de dê îradeya ku ji hêla polîtîkayên qeyûman ve hatiye desteserkirin, di vê pêvajoyê de bibe rojev. Azadiya girtiyên siyasî yên ku bi neheqî û neqanûnî di girtîgehan de tên girtin yek ji daxwazên bingehîn ên vê meşê ne."