HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin 2025-10-05 10:50:28     WAN - Sûlava Bêgiriyê piştî ku du santralên hîdroelektrîkê li ser wê hatin çêkirin, li ber ziwabûnê ye. Li herêma ku bi tevahî heşt santralên hîdorelektrîkê dixebitin, herikîna avê kêm dibe û cureyên masiyan bi tunebûnê re rû bi rû ne.   Sûlava Bêgiriyê ku li navçeya Bêgirî ya Wanê ye û yek ji bedewiyên xwezayî yên herî girîng ên herêmê ye, li ser wê du Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ên cuda hatine çêkirin. HES'a Muradiye Ayrancilar ku di sala 2011'an de ji hêla Şîrketa Elektrîkê ya Muradiye ve hatiye avakirin, 272'emîn santrala herî mezin a Tirkiyeyê û ya herî mezin a Wanê ye, bi navînî 124,564,262 kîlowat elektrîkê di saetekê de hildiberîne ku ev yek dibe sedema kêmbûna asta ava sûlavê. Sûlava Bêgiriyê ku di 13'ê Gulana 2023'yan de wekî herêmeke parastî ya xwezayî ji bo parastina domdar û karanîna kontrolkirî hatiye tomarkirin, ji ber HES'ên ku li ser wê hatine çêkirin bi vekişîna avê û texrîbata ekosîstemê re rû bi rû ye. Di çarçoveya du projeyên santralên hîdroelektrîkê yên ku di 15 salên dawî de li ser sûlavê hatine çêkirin, bi tevahî heşt santralên elektrîkê li dora sûlavê dest bi xebatê kirine. Van santralan her wiha herikîna xwezayî ya Çemê Bendîmahî ku ji quntarên Çiyayê Tendûrekê ber bi deşta Çaldiranê ve diherike û dû re jî di Bêgiriyê re derbas dibe xera kirine û ev yek bûye sedema kêmbûneke girîng a qebareya ava sûlavê. Çemê Bendîmahî, yek ji mezintirîn çemên ku diherikin golê û berê jî cihê herî zêde masî lê hebûn, ji ber santrala hîdroelektrîkê rêjeya herikîna wê daketiye asta herî nizm.   HEJMARA MASIYAN KÊM DIBE   Ev rewş bandoreke mezin li ser bedewiya xwezayî ya sûlavê û ekosîstema derdorê dike. Rêyên koçberiyê yên cureyên masiyên endemîk ên wekî kefal hatine astengkirin ku ev yek bûye sedema kêmbûneke girîng a hejmara masiyan. Gundiyên derdora Sûlava Bendîmahî û Sûlava Bêgiriyê radigihînin ku ji ber kêmbûna dabînkirina avê mirina masiyan zêde bûye û di çandinî û sewalvaniyê de zehmetî hene. Vê yekê bandoreke neyînî li ser cihêrengiya herêmê kiriye. Santralên hîdroelektrîkê yên li ser sûlavê hatine çêkirin bûne sedema hişkbûna darên li dora wê, ji ber kêmbûna dabînkirina avê.   Sûlava Bêgiriyê ne tenê nuwazeyeke dîtbarî ye; ew di heman demê de wekî çavkaniyeke avê û çavkaniya dahatê ji bo gundên derdorê girîng e. Lêbelê, kêmbûna asta avê jiyana gundiyên ku çandinî û sewalvaniyê dikin dijwar dike. Daketina asta ava sûlavm zirar daye flora û fauna herêmê jî. Bi kêmbûna avê re, nebat hişk dibin. Her ku hevsengiya ekosîstemê zirar dibine, jiyana kovî jî hêdî hêdî tüne dibe.   MÎRATEYA XWEZAYÎ   Xelkê deverê û parêzvanên jîngehê bal kişandin ser wêraniya ku ji ber santralên hîdroelektrîkê çêdibe û bang li rayedaran kirin ku bi lezgînî tedbîrên parastina jîngehê bigirin. Ew destnîşan dikin ku şelale ne tenê ji bo herêmê lê ji bo tevahiya welêt mîrateyeke xwezayî ya girîng e.   MA / Zeynep Dûrgût