Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye 2025-10-04 09:49:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî da û bi lêv kir ku Abdullah Ocalan gotiyê pêşveçûna pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêkdihat duh li Grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin 3 seat û nîvan ajot. Piştî hevdîtinê şande ji gravê vegeriya.   Şandeyê der barê hvdîtinê da daxuyaniyeke niviskî parve kir.    Daxuyanî bi vî rengî:    “Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re   Di 3ê Cotmeha 2025an de, me li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re nêzîkî sê saet û nîvan hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû.   Wî anî ziman ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welat şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye û her kesê ku di vê yekê de rola xwe lîstiye, xwedî kedek bi rûmet û mezin e.   Birêz Ocalan got, 'Şaristanî piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modelekî çareseriyê ya girîng pêş xist. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.'   Rêzdar Ocalan pêşniyaz kir ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.   Birêz Ocalan, daxuyaniya 27ê Sibatê bi bîr xist û got, 'Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye,' û destnîşan kir ku di qonaxa gihîştî de, tespîtkirin û cîbicîkirina pêwîstiyên hiqûqî bi nêrîneke rast û yekgirtî gelekî girîng e.   Taliyê birêz Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.   Bi rêzgirî   4'ê Cotmeha 2025'an."