Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin 2025-10-03 09:08:26 WAN - Panzdeh gotarên Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya hat qetilkirin, ji bo zimanê spanî û katalanî hatin wergerandin û wekî pirtûkekê hatin weşandin. Fanny Arambilet ku wergera katalanî kir, got: "Vê xebatê kir ku em jin bên cem hev."    Xebat û têkoşîna endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de, dema ku ji mala xwe ya li Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe derdiket, di encama suqîqateke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve tê meşandin. Projeya "Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd" a Nagihan Akarselê di 25'ê Hezîrana 2023'yan de hat temamkirin û 15 gotarên wê yên ku di Kovara Jineolojiyê de hatin weşandin, ji aliyê sê çalakvanên jin ve ji bo zimanên spanî û katalanî hatin wergerandin û wekî pirtûkekê hatin weşandin. Pirtûk ku bi spanî wekî "Voz Arcaica" (Nebûna te ji bo jiyanê ye) hat weşandin, bi katalanî wekî "Veu Arcaica (Nebûna te ji bo jiyanê ye)" hat weşandin.   Fanny Arambilet, endama Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku beşdarî xebatê bû û ew wergerand zimanê katalanî, diyar kir ku girîng e ku ramanên Nagihan Akarselê ji jinên li çaraliyê cîhanê re werin vegotin û ev xebat ne tenê bîranînek e, di heman demê de gavek e ber bi hevgirtina navneteweyî di navbera jinan de ye.   ‘NAGIHAN DENGEKE BINGEHÎN BÛ'      Fanny Artambilet ku li Katalonyayê dijî, anî ziman ku wê û du hevalên wê yên jin biryara wergerandinê dane. Fanny Artambiletê ku got "Me xwest ramanên Nagihan zindî bihêlin û wateyekê bidin şehadeta wê" anî ziman ku ev xebat, ne tenê wergerek, ji bo jinên ku li erdnîgariyên cuda dijîn derfetek e ku Jineolojiyê nas bikin û li dora hişmendiyeke hevpar bibin yek. Fanny Artambiletê got: "Min navê Nagihan Akarsel bihîst û min xwest wê nas bikim. Ez jî endama Jineolojiyê me. Nagihan dengek bingehîn bû. Ew ji bo Jineolojiyê û lêkolînên jinan kesayeteke girîng bû. Nagihan bandoreke mezin li ser min kir. Ez wê wekî jineke pir zana û rêkûpêk dibînim. Berî xwendina Nagihan, min xwe wekî axeke bêber û hişk hîs dikir, lê gava min dest bi xwendina nivîsên wê kir, hemû gotinên wê ketin nava min, hebûna min geş kirin û min wekî axeke berhemdar vejandin."   Fanny Arambiletê behsa qonaxên destpêkê yên xebatê kir û got: "Wekî komeke ku piştgiriyê dide Pirtûkxaneya Jinan a Silêmaniyê, me biryar da ku vê înîsiyatîfê bidin destpêkirin. Armanca me ew bû ku bîranîna Nagihanê zindî bihêlin û wateyekê bidin şehadeta wê. Xaleke din a girîng jî ew bû ku em gotinên wê bigihînin jinên din. Ji ber vê yekê, me hewce kir ku gotarên wê wergerînin. Ji ber vê yekê, me gotarên wê wergerandin ji bo zimanên spanî û katalanî. Ev pêvajo watedar bû ji ber ku me jinan anî cem hev."   'FIKRÊN WÊ JI BO JINAN VEXWANDINEK E'      Fanny Artambiletê destnîşan kir ku wergerandina ji bo zimanê katalanî pêvajoyeke bi taybetî dijwar bû û got: "Strukturên zimanî pir cuda bûn û çarçove ji rastiya ku em tê de dijîn dûr bû. Lêbelê, zimanê Nagihan bi kûrahî helbestî bû. Wê helbest wekî zimanê jiyan û rastiyê pênase dikir. Hûn fêm dikin ku li pişt peyvekê wateyek heye. Divê hûn wê ne tenê bi hişê xwe, lê bi tevahiya hebûna xwe fêm bikin. Ez bawer dikim ku wekî jinên cîhanê, divê em têgihîştina Nagihanê bikin têgihîştina xwe ya bingehîn. Bi vê têgihîştinê, em dikarin jiyaneke birûmet ava bikin. Jin bi hezaran salan ji jiyanê dûr ketine û xwe nas nekirine. Ji ber vê yekê, ramana Nagihan vexwendinek e ji bo me."   Fanny Artambiletê diyar kir ku wergera spanî ya gotaran dikare bi hêsanî ji bo zimanên din were wergerandin got: "Spanya demeke dirêj e bi tevgera jinên kurd û Jineolojiyê re eleqedar e. Gelek rêxistinên jinan ji perspektîfa Jineolojiyê sûd werdigirin. Wergera spanî dê bihêle ku gotar bigihîjin Amerîkaya Latîn, ji ber ku li wir tevgereke jinan a bihêz heye û têkiliyên kûr bi jinên kurd re tên damezrandin. Ji ber vê yekê wergera spanî ewqas hêja ye, ji ber ku ew hevkariyê bi zimanên Amerîkaya Latîn re pêş dixe. Em ê vê pirtûkê li bajarên cuda yên Spanyayê pêşkêş bikin. Ez bawer dikim ku ev xebat dê berfireh bibe. Dengê jineke wekî Nagihan li çaraliyê cîhanê bê bihîstin ne hêsan e. Ez pir xemgîn im ku min nekarî wê rû bi rû bibînim. Nirxandinên wê yên jiyana azad ji bo jin û mêran pêwîst û gengaz dike ku bi hev re bi azadî bijîn. Ez hêvî dikim ku ramanên Nagihan dê bandoreke bihêz bikin. Ev ne tenê ji bo jinan, lê ji bo mêran jî girîng e."   'JINEOLOJÎ RÊNÎŞANDER E'      Fanny Artambiletê diyar kir ku Jîneolojî ji bo jinan rêberek e û got: "Jîneolojî ji guhertineke radîkal bêtir rêberek e. Ez niha zelal im: ev rêya rast e. Divê mirov rêya rast bibîne. Pirtûkên Nagihanê dema ku ez di vê rêyê de dimeşiyam min ronî kirin. Ev ronahî çav, dil û hişê mirov ji gerdûnê re vedike. Hûn fêm dikin ka rastî û bedewî çi ne; ev bedewiyek e ku we berê qet nedîtiye."   Fanny Artambiletê ku diyar kir jinên ciwan divê herî zêde xwedî li raman û pirtûkên Nagihan Akarselê derkevin, wiha domand: "Jinên ciwan xwedî enerjî ne. Ez bawer dikim ku jinên ciwan û yên mezintir dê vê ezmûnê bi hev re parve bikin. Ji ber ku hem jinên mezin û hem jî yên ciwan divê vê pirtûkê bixwînin. Bi taybetî jinên ciwan divê xwedi lı vê mîrateyê derkevın. Divê em jî bi gerdûnê re mijûl bibin, mîna ku Nagihan kir. Divê jinên ciwan pirtûkê bixwînin û xwe kifş bikin. Em dikarin bi tiştê ku Nagihan pêşkêşî me dike zincîrên xwe bişıkînin. Bila dengê wê dengê kevnar ê me hemûyan be. Werin em bi hev re bixwînin û parve bikin."   MA / Zeynep Durgut