Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin 2025-10-02 16:55:04   AMED - Di doza Narîn Guranê de 3 kesên ji sûcê “sûcdar veşartine” dihatin darizandin, tehliye bûn. Bi van tehliyeyan re tu kesên ji vî sûcî girtî neman.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin. Di doza qetilkirina Narîn Guranê de 15 kes ji ber sûcê “veşartina sûcdaran” dihatin darizandin. 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê di 30’ê Gulanê de biryara xwe ragihand û ji bo tevahiya bersûcên ji vî sûcî dihatin darizandin biryara cezayê hefsê da.    Dadgehê, 3 sal û 6 meh cezayê hefsê dabû dotmama Narîn Guranê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran û jinmama wê Maşallah Guranê û biryara domandina rewşa girtî dabû.    Daîreya 7’an a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê îro ji bo her sê kesan biryara tehliyeyê da. Bi vê biryarê re di vê dosyayê de tu bersûcên girtî neman.