Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje 2025-10-02 09:20:37   STENBOL - Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ku yek ji rêveberên kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" got: "Divê dewlet demıldest gavên qanûnî biavêje."   Kampanyaya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dikeve sala xwe ya sêyemîn. Kampanyaya ku bi daxuyaniyên hevdem li 74 navendên li çaraliyê cîhanê ji bo pîrozkirina rojbûna 74'emîn a Abdullah Ocalan hat destpêkirin ku ji gelek komên li çaraliyê cîhanê piştgiriya wê tê kirin, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, fîlozof, xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, rêxistinên jinan û nûnerên gelên xwecihî piştgiriyê didinê.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê bi bîr xist ku kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, niha dikeve sala xwe ya sêyemîn. Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew ê di sala sêyemîn de jî çalakiyên xwe bidomînin. Zubeyde Zumrutê anî ziman ku ew ê kampanyayê heta rakirina tecrîdê bidomînin û got: "Armanca me ya bingehîn ew e ku em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku muxatab û mîmarê sereke yê pirsgirêka kurd e, misoger bikin. Ji ber vê yekê me ev kampanya da destpêkirin."   'AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDAN E'   Zubeyde Zumrutê destnîşan kir ku kurd ji dema ku Abdullah Ocalan di sala 1999'an de radetsî Tirkiyeyê hatiye kirin li dijî tecrîd û îzolasyonê têdikoşin û got: "Ji ber ku gelê kurd vê dizane: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e. Ji ber vê yekê kurd û dostên wan, çawa ku di sala 1999'an de li dijî komployê li ber xwe dan û Rêber Apo parastin, îro jî bi têkoşîn û fedakariyeke hîn mezintir xwedî li Rêberê xwe derdikevin."    Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê bersivek dîtine û komplo bi têkoşînê hatiye pûçkirin. Zubeyde Zumrutê anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê hatiye destpêkirin, li seranserê cîhanê veguheriye rêxistineke azadiyê. Zubeyde Zumrutê bi bîr xist ku kampanya bi daxuyaniyekê li 74 navendan bi boneya rojbûna 74'emîn a Abdullah Ocalan dest pê kiriye û got ku li seranserê qadeke fireh, ji Ewropayê bigire heta Amerîkaya Latîn û ji wir jî heta Asya û Afrîkayê, daxuyanî hatine dayîn.   'TECRÎD DIDOME'   Zubeyde Zumrutê çalakiyên li Ewropayê yên du salên dawî di çarçoveya kampanyayê de hatine lidarxistin bibîr xist û got: "Gelê kurd û dostên wan di vê mijarê de zelal in: Ji bo ku şerên li cîhanê bi dawî bibin û ji bo ku li Rojhilata Navînê aştiyeke mayînde pêk were, divê birêz Ocalan azad be. Tecrîda mutleq a ku 27 sal in li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê ferzkirin veguheriye krîzeke siyasî. Di demekê de ku Rêber Apo li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê guherînek, veguherîn û têkoşîneke cidî ya rewşenbîrî dimeşîne, gel li derve li dora paradîgmaya wî û manîfestoya wî ya azadiyê bi têkoşîna xwe bûne yek. Gel êdî qebûl nake ku Rêber Apo li Îmraliyê bimîne û kampanya û têkoşîna bi biryar a ku du sal in didome bi awayekî qismî encam daye. Ez qismî dibêjim ji ber ku bi banga birêz Ocalan a 27'ê Sibatê re, hin gav ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve hatin avêtin. Piştî wê hin hevdîtin çêbûn; lê ev ne tenê encam e, ji ber vê yekê, tecrîd berdewam dike. Ji bo bidawîkirina kampanyaya me, divê pergala tecrîda Îmraliyê bi tevahî were rakirin û Rêber APo bi temamî azad bibe."    'DIVÊ BAHÇELÎ SOZA XWE BI CIH BÎNE'   Zubeyde Zumrutê bal kişand ser ku salek di ser gotinên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de derbas bûye û got: "Salek di ser gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya 'Bila Abdullah Ocalan were û li Meclisê biaxive û bila mafê hêviyê were bicîhanîn' re derbas bûye. Ger Tirkiye bang li birêz Ocalan dike, çima mafê wî yê hêviyê bicîh nayne? Madem ku wan pêvajoyek daye destpêkirin, bang kirine, divê şertan bicîh bînin."   'DIVÊ DEWLET DEMILDEST GAVAN BIAVÊJE'   Zubeyde Zumrutê bal kişand ser gavên piştî banga Abdullah Ocalan hatine avêtin û wiha domand: "Lêbelê, di vê qonaxê de, der barê pêvajoyê de tu gavên qanûnî yên berbiçav nehatine avêtin. Pirsgirêka kurd ne tiştek e ku tenê bi bersiveke erênî ji banga Rêber Apo re were çareserkirin; ew pirsgirêkek e ku divê li ser maseya danûstandinan were çareserkirin. Di vî warî de, birêz Ocalan û PKK'ê erkê xwe kirine û divê dewlet demildest gavên qanûnî bavêje. Divê ev yek bi zelalî were gotin: Rêber Apo hîn jî li Îmraliyê tê girtin û dewlet dikare her dem bi malbat, şande an parêzerên wî re hevdîtinê bike. Em dibînin ku dewlet di vê mijarê de jî nêzîkatiya xwe diparêze. Divê dewlet demildesy gavên qanûnî biavêje."   MEŞA 8'Ê MIJDARÊ   Zubeyde Zumrut anî ziman ku ew ê di 8ê Mijdarê de li Koln a Almanyayê di çarçoveya kampanyayê de meşeke mezin li dar bixin û her kesî vexwand meşê.    MA / Esra Solîn Dal