'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê' 2025-09-30 09:07:12 AMED - Jinên endamên DÎAYDER'ê daxwaz kirin ku pêşniyaza serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo axaftina Abdullah Ocalan li Meclısê were bicîhanîn.    Pêşniyazên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli ku bi daxuyaniyên xwe yên ji nişka ve tevkarî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin, bi demê re nehatin bicîhanîn. Endamên jin ên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Alimên Olî (DÎAYDER) pêşniyaza Bahçeli ya ku Abdullah Ocalan divê were û di koma DEM Partiyê ya li Meclisê de biaxive bi bîr xistin û xwestin ku ev pêşniyaz werin bicîhanîn. Jinan diyar kir ku êrişên li ser ziman, çand û hebûna kurdan ên di sala dawî de baweriyê qels kirine û xwestin ku ev tavilê bi dawî bibin.    Endama DÎAYDER'ê Esma Aliciyê diyar kir ku dewlet pêvajoya dîrokî ya heyî bi cidî nagire. Esma Aliciyê destnîşan kir ku pêvajo ketiye sala xwe ya yekem û got: "Komîsyonek hatiye avakirin. Diviyabû gaveke dîrokî li wir bihata avêtin, lê dayikên ku bi kurdî diaxivin hatin astengkirin. Wekî din, êrişên li ser sersaxiyan berdewam dikin. Hîn jî bêtehamuliya li hember zimanê kurdî heye. Êrişkirina sersaxiyan gunehekî giran e. Ew îdîa dikin ku Misilman in, lê sersaxî tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku mirov êşa xwe jî bidin der. Divê ev kiryar tavilê werin rawestandin."   Esma Aliciyê ku pêşniyaza Bahçelî ya ji bo axaftina Abdullah Ocalan li meclisê bibîr xist û daxwaza pêkanîna vê kir. Alici destnîşan kir ku divê "mafê hêviyê" tavilê were bicîhanîn û got ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê meseleyek e ku bala kurdan, her wiha bala cîhanê jî dikişîne.   Endama Komeleyê Sebahat Acarê jî diyar kir ku divê her kes di avakirina aştiyê de berpirsiyariyê bigire ser xwe û got: "Em îro bi rûniştina li malê nikarin aştiyeke birûmet ava bikin. Çawa ku maf nayên dayîn, ew tên standin, aştî jî wisa ye."   'BI ZIMANÊ ME RE LI HEV BIKIN'   Sebahat Acarê destnîşan kir ku aştî tenê bi têkoşînê dikare were avakirin û got: "Her kes çiqas beşdarî pêvajoyê bibe, aştî dê ew qas xurttir bibe. Di olê de tê gotin, 'Tu kes ji yekî din bilindtir nîne.' Di aştiyê de windaker tune ne. Divê dewlet tavilê girtiyan berde. Divê bihêlin em bi zimanê xwe îbadeta xwe bikin. Bi vê yekê, kes winda nake. Yên ku bi tirkî nizanin guh didin xutbeyên bi tirkî. Quran bi zimanekî an jî bi yek nijadî ve sînordar nebû. Ew ji bo hemû mirovahiyê bû. Ji ber vê yekê, dev ji qedexeyan berdin û bi zimanê kurdî re li hev bikin."    'AŞTÎ, AŞTÎ, AŞTÎ'   Endama Komeleyê Fîgen Keleşê banga hewldaneke kolektîf kir ji bo avakirina aştiyek bi rûmet da ku hêsirên dayikan ziwa bibin û careke din negirîn. Fîgen Keleş destnîşan kir ku dewlet li şûna ku gavên berbiçav bavêje, pratîkên xwe yên kevn didomîne û got: "Em dixwazin di hawîrdoreke wekhev, azad û demokratîk de bijîn. Wekî jin, em ê pêşengên vê pêvajoyê bin. Em ê bi jinên azad civateke azad ava bikin. Em dixwazin jiyaneke bedew bêyî dilê dayikan biêşe, bijîn. Em dixwazin ol, nasname û zimanê xwe bi azadî pêk bînin. Û ji bo vê armancê, em dibêjin, 'Aştî, aştî, aştî.'"   MA / Fethî Balaman