‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’ 2025-09-28 10:14:16 ENQERE - Aktîvîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta diyar kir ku divê envantera texrîbata xwezayê ya 50 salên dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê were derxistin û mekanîzmaya hiqûqî were avakirin.     Di demeke nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd didome de talankirina xwezaya Kurdistanê jî didome. Ji herêma Serhedê heta Botan û Amedê li gelek cihan qirkirina ekolojiyê didome. 86 rêxistinên ekolojiyê ku gotin “Heta bi xwezayê re aştî çênebe aştiyeke mayinde nabe, di 24’ê Îlonê de “Rapora Aştiya bi Xwezayê re” pêşkeşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê kirin. Di raporê de encamên rûxîner ên şer ên li ser xweza û civakê raxistin ber çavan û hat xwstin ku pêvajoya aştiyê bi perspektîfeke ekolojîk were domandin.    Aktîvîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta têkildarî texrîbata xwezayê ya ji ber pêvajoya şer li Kurdistan û Tirkiyeyê çêbûyî axivî û got ku aştiyeke mayinde, bi aştiya xwezayê re dikare bibe.    TALANKIRINA XWEZAYÊ YA 50 SAL IN DIDOME      Ecehan Baltayê diyar kir ku divê texrîbata di pêvajoya şer de bi giştî were destgirtin û got: “Bi pêvajoya aştiyê re hêviyek çêbû. Lê ji bo ev pêvajo mayinde bibe, divê bi nêrîneke giştî li texrîbata şer were nihêrtin. Pir girîng e ku envantera 50 salan a pêvajoya şer were derxistin. Bendavên ewlehiyê, windakirina daristanan, qedexeyên çêregehan, tayînkirina qeyûman û hwd. zirareke mezin dan xwezayê. Weke mînak; li gorî rapora 2022’yan a Baroya Şirnexê, tenê di nava 6 mehan de ji sedî 8’ê daristanên bajar hatin tunekirin. Hinek beşên Çemê Dîcleyê, ji ber bendavên ewlehiyê ji statûya çem derxistin û veguherîn rûbaran. Vê pêvajoyê zirar da mafê hemû zindiyan.”    ‘DIVÊ BIBE KIRDE’      Bi domdarî Ecehan Baltayê got ku divê xweza bibe kirdeya pêvajoya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Zirarên ekolojîk jêneveger in lê dikare pêşî lê were girtin. Em ji mînakên Kolombiya, Ruanda, Nepalê dizanin ku di pêvajoyên aştiyê de xweza divê weke kirde bê naskirin. Pêvajoya aştiyê divê aştiya bi xwezayê re jî bigire nav xwe. Li Kolombiyayê piştî kesên daristan diparastin xwe vekişandin, dewlet û şîrketan Amazon talan kirin. Zirar mezin bû. Lê dema mafên çeman hatin naskirin, dema xweza weke kirde hate qebûlkirin, ev talan kêm bû. Divê aştî neyê wateya talankirinê.”    ‘DIVÊ ÇARÇOVEYA HIQÛQÎ WERE AVAKIRIN’      Ecehan Baltayê got ku divê polîtîkayên talan û texrîbatê yên dewletê bi temamî bisekinin û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê jî divê çarçoveyeke hiqûqî were avakirin. Ya girîng ew e ku pêşî li zirarên nû were girtin. Encamên jêneveger hene. Heke envanter derkeve, em ê bibînin ku windahiyên hatine jiyîn ji ya em texmîn dikin pir mezintir e. Heta bi xwezayî aştî çênebe dê aştiyeke em dewrî nifşên nû bikin nebe. Divê komîsyon li rêxistinên ekolojiyê guhdarî bike. Divê bîlançoya texrîbata 50 salan were derxistin û pêdivî bi mekanîzmayeke zemîna hiqûqî ava dike heye. Divê li Meclisêe Komîsyona Heqîqetê ya Ekolojiyê bê avakirin.”