Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest 2025-09-25 11:41:57 ENQERE - Fîlozofa Amerî Rebecca Goldstein, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ragihand û got: “Vê gavê nîşanî tevahiya cîhanê da ku rêyek rizgariyê ji tengaviya demdirêj dikare bê peydakirin.”   Fîlozofa Amerîkî Rebecca Goldstein peyamek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û anî ziman ku ew pêvajoya aştiyê bi kêfxweşî pêşwazî dike. Rebecca Goldstein, got: “Ez gelek kêfxweş bûm ku min bihîst, di navbera dewleta Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyeyê de pêvajoya aştiyê tê meşandin. Biryara fesixkirina PKK'ê gaveke îlham û wêrekiyê bû ku vê dibetiya dîrokî veguherîne rastiyê û bi cih bîne. Vê gavê nîşanî tevahiya cîhanê da ku rêyek rizgariyê ji tengaviya demdirêj dikare bê peydakirin. Em êdî mirovatiya hev baş fêhm bikin, nas bikin û ji bo jiyana mirovî di nava cihêrengiyeke bi heybet de pêk were em bi hev re bixebitin."   REBECCA GOLDSTEÎN KÎ YE?   Fîlozof û nivîskara Emerîkî Rebecca Goldstein di 23'ê Sibata 1950'î de li New Yorkê ji dayik bû. Piştî ku li Zanîngeha Princetonê perwerdeya felsefeyê dît li Zanîngeha Harvardê doktoraya xwe kir. Goldstein ku bi karên xwe yên li ser zanistî, ol, exlaq û xwezaya mirovan tê naskirin, di heman demê de li qada wêjeyê jî berhemên girîng afirandiye.   Romana wê ya bi navê The Mind-Body Problem ku sala 1983'yan hate weşandin hem ji aliyê wêjeyî hem jî ji aliyê felsefî ve gelekî bal kişand. Rebecca Goldstein di kariyera xwe de gelek xelat bi dest xist û weke ramangereke bi bandor tê qebûlkirin ku kûrahiya felsefî û wêje gihandiye hev.