Elyakut piştî 32 salan hate berdan 2025-09-25 08:34:12 AMED - Alî Haydar Elyakut ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan.    Alî Haydar Elyakut ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Elyakut, di sala 1993’yan di 17 saliya xwe de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Elyakut, diviyabû di sala 2023’yan de bihata berdan lê bi hincetên cuda tehliyeya wî hate astengkirin. Elyakut, piştî 32 salan şevê din ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hate berdan. Elyakut, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Tê payin ku Elyakut were Amedê.    Elyakut, di 32 salên girtîgehê de li girtîgehên Amed, Semsûr, Amasya, Kirikkale, Şakran Îzmîr, Enqere û Karabukê hate ragirtin.