YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive 2025-09-24 14:05:22   ENQERE - YSK, ji bo biryarê bide ka tevî biryara dadgehê ya rawestandinê jî kongreya awarte dikare were lidarxistin an na, biryara civîna awarte da.    Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) destûr dabû ku Kongreya Awarte ya bajarê Stenbolê ya CHP were lidarxistin. Tevî vê jî Dadgeha 45’emîn a Giştî ya Stenbolê biryara rawestandina kongreyê da. Li ser vê yekê, YSK dê ji bo nirxandina serlêdana der barê kongreya awarte de, saet di 13:30’an de bi awayekî awarte bicive.   Nivîsa dadgehê ya der barê rawestandina xebatên kongreyê de ji Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya 1’emîn a Sariyerê re hate şandin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ji bo bizane ka di vê rewşê de kongre dikare were lidarxistin an na, ji YSK’ê nêrîn xwest.   YSK dê ji bo nirxandina dawî ya vê mijarê, saet di 13:30’an de bicive.