Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin 2025-09-24 10:32:22   AMED - Dîroka konsera Koma Amedê ku weke 1’ê Mijdarê hatibû ragihandin, hat guherandin. Konser, dê di 25’ê Cotmehê de bê lidarxistin.    Dîroka konsera Koma Amedê ku dê bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê were lidarxistin, hate guherandin. Hatibû ragihandin ku dê konser di 1’ê Mijdarê de were lidarxistin lê ev dîrok hate guherandin. Konser, dê di 25’ê Cotmehê de were lidarxistin.    Konser dê li Parka Newrozê bêpere were lidarxistin. Serokatiya DAîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Ji ber sedemên ne bi destê me, dîroka konsera Koma Amedê weke 25’ê Cotmehê hate guherandin. Konser, dê di 25’ê Cotmehê saet di 19.00’ê de li Parka Newrozê bêpere were lidarxistin.”