Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da 2025-09-23 09:31:16   AMED - Li navçeya Bismilê di malekê de şewat derket. Di şewatê de zarokek a 2 salî jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Dumlupinarê ya navçeya Bismil a Amedê di qata dawî ya avahiyeke sê qat de şewat derket. Di şewatê de dayik T.Y. û zarokên wê Ş.Y. (3) û S.Y. (2) birîndar bûn. S.Y. ku rewşa wê giran bû, rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Dîcleyê. S.Y’ê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Sedema derketina şewatê nehate zanîn û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.