DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin 2025-09-23 09:08:19   ŞIRNEX - DEDAŞ'ê fatûreyên ceyranê yên tesîsên pompeyên avê yên nehatine dayîn, li muxataran birî û ew dan ber heczê.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navçeyên Hezex, Cizîr, Silopiya, Basa û Qilebanê yên Şirnexê ji ber fatûreyên ceyranê yên nedayî yên tesîsên pompeyên avê, dest danî ser milkên muxtaran û ew dan ber heczê.    Di dosyeyekê tenê de li muxtarê gundê Kevelî yê Cîzîrê 85 milyon lîre deyn û di dosyeyeke din de jî 260 milyon lîre deyn hat barkirin. Ji muxtarê gundê Hoserê re fatûreyên 80, 65, 55, 250 û 75 milyon lîre fatûre hatin birîn. Ji muxtarê gundê Tilehferîkê re jî di dîrokên cuda de 28, 36, 38, 60, 43, 22, 39 û 23 milyon lîre fatûre hatin birîn. Ji ber ku deyn nehatin dayîn der barê keya de biryara heczkirinê hat dayin. Her wiha ji muxtarê ji gundê Zewkê re 90, 200, 60 û 20 milyon lîre jî fatûre hatin birîn. Ji muxtarê gundê Arnebatê re jî fatûreyeke 160 milyon lîre hat birîn.    LI HEZEXÊ MUXTARÊN 60 GUNDAN KETIN BER ÎCRAYÊ   Li gundên navçeya Hezexê jî heman tişt hatiye kirin. Ji muxtarê gundê Xanahasoyê re 60, 55, 61, 13, 40, 73 û 24 milyon lîre fatûre hatine birîn. Ji muxtarê Xirabê Nêriyayê re 35, 38, 54, 25, 40, 71, 57, 108, 60, 560, 66, 72 û 15 milyon lîre fatûre hatine birîn. Ji muxtarê Açmakoyuyê re 47, 55 û 39 milyon lîre fatûre; ji keyayê Banihê 24, 33, 28, 150, 33, 18, 27 û 26 milyon lîre fatûre hatine birîn. Di dîrokên cuda ji muxtarê Dûpiçê re jî 24, 27, 25, 13, 18, 33, 29, 29, 31, 28 û 33 milyon şîre fatûre hatine birîn.    Li gundên Hetman û Bana yên navçeya Basa bi trîlyonan fatûre hatine birîn û kar û barên îcrayê hatine destpêkirin.    MUXTARÊN 80 GUNDAN KETIN BER ÎCRAYÊ   Hat zanîn ku DEDAŞ'ê tenê li Hezexê muxtarên 60 gundan û li Cizîrê jî muxtarên 20 gundan dane ber îcrayê. Muxtarên ku mal û milkên wan ketine ber îcrayê, li dijî pêkanînên DEDAŞ'ê doz vekirin.    MA / Zeynep Durgut