Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir 2025-09-21 11:40:01 ÇEWLIG - Walîtiya Çewligê budçeya gundan ji bo kesên birin pîrozbahiya salvegera Şerê Milazgirê xerc kir.     Di 22-25’ê Tebaxê de li navçeya Milazgirê ya Mûşê “Bernameya Pîrozbahiya 954’emîn Salvegera Serkeftina Milazgirê” hat lidarxistin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Çewlig jî di nav de ji gelek bajaran jî gelek kes li Milazgirê hatin veguhestin. Walîtiya Çewligê, ji bajar hezar û 80 kes veguhest Milazgirê û milyonek û nîv TL mesref kir. 8 roj piştî bernameyê anku di 29’ê Tebaxê de ji bo mesrefa hatiye kirin ji budçeya xizmeta bo gundan hatiye veqetandin bê birîn, civîn hat lidarxistin. Îhale, ji hêla Midûrê Projeya Piştevaniya Binesaziya Gundan (KOYDES) Firat Hasanoglû, endamê Meclisa Giştî ya Bajar ê AKP’î Emre Bulşu û Cîgirê Walî Ugur Tutkan ve hatibû îmzekirin û ji bo endamên din jî vê îhaleyê îmze bikin, vexwendin civînê. Endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyî Suna Sari û keyayên bi navên Bayram Baynal û Mahmût Budunoglû, bertek nîşan dan ku mesref ji budçeya gundan hatiye veqetandin.    ENDAMA DEM PARTIYÎ CIVÎN TERIKAND     Di civînê de hate xwestin ku mesrefa hezar û 80 kesên bo bernameyê biribûn Milazgirê, ji budçeya xizmeta bo gundan hatibû veqetandin bê birîn. Hat xwestin ku lêçûnên behsa xeberê bi “Xala 19’emîn a Rêziknameya îhaleya Yekitiya Birina Xizmetê ya Gundan” re ji piyasayê bi “usûla peydakirina yekser” bidin îhaleyê û bedela wê were dayin. Keyayên gundan û endama Meclisa Giştî ya Bajar a DEM Partiyî Suna Sari bertek nîşanî biryarê dan. Suna Sari, got ku dê biryarê îmze neke û civîn terikand. Du keyayên din ên rayeya wan a îmzekirinê hebû û li dijî vê îhaleyê derketin, bi awayekî hatin qanehkirin. Biryar, li dijî dengekî bi 4 dengan hate qebûlkirin.    ENDAMA DEM PARTIYÎ BERTEK NÎŞAN DA     Suna Sari, diyar kir ku li gelek gundan pirsgirêk hene lê pereyê gel ji bo tiştên wiha tên xerckirin û got: “Li bajar pirsgirêka av, rê û sergoyê heye lê pereyê gundaiyan didin van tiştan. Ev, mesrefekî fizûlî bû. Bi vî pereyî dikariyan pirsgirêka rê û avê ya gundekî bihata çareserkirin. Lewma min îhale îmze nekir. Li gel min, du keyayên endamên KOYDES’ê jî bertek nîşan dan û erê nekirin. Lê walîtiyê bang li keyayan kir û bi awayekî qaneh kir.”    'EM Ê BIŞOPÎNIN’    Suna Sariyê got: “Îdia hene ku hejmara birin Milazgirê kêmtir e lê bi zêdenîşandana hejmarê re rantê dixwin. Min bi keyayan re hevdîtin kir û wan jî got ewqas kes neçûne. Ji bo yek qirûşê vî bajarî ji bo cihên cuda neçe ez ê tişta ji dest tê bikin û bişopînim.”    MA / Heval Onkol