Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin 2025-09-12 13:55:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya 45’emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate gotin ku sepanên derbeyê didomin û banga avakirina pêşerojeke demokratîk hate kirin.    Bi ser derbeya leşkerî ya 12’êe Îlona 1980’ê 45 sal derbas bûn. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 12’ê Îlonê bi taybetî jî li hemberî îradeya gelê Kurd êrişeke topyekûne û wiha hate gotin: “Îro li ser krîzên heyî, binpêkirinên tên kirin, zextên siyasî û cihêbûna civakî şopên zîhniyeta derbeyê hene.”   DBP’ê got: “Qanûneke Bingehîn a demokratîk, pergaleke siyasî ya piranîparêz û pergaleke civakî ya adil wê li hemberî zîhniyeta derbeyê bibin bersiva herî baş.” DBP’ê banga avakirina pêşerojeke demokratîk kir.    DAXUYANIYA ÎHD’Ê    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Qanûna Bingehîn a 1982’yan hê jî di meriyetê de ye û diyar kir ku otorîterbûn, binpêkirinên mafan û zextên darazê dewama zîhniyeta 12’ê Îlonê ne. ÎHD’ê bang li hikûmetê kir ku bi awayekî rastîn rûbirûbûna derbeyan bike.   ÎHD’ê di daxyaniya xwe de bal kişand ser zextên ku berdewam dikin û got: “Em bang li hikûmeta ku tevî israrên xwe yên di rêya otorîterbûnê de jî bi israr dibêje ew li dijî derbeyê ye, dikin ku bi 12’ê Îlonê û derbeyên piştî wê re rûbirû bibe. Ne wesayeta leşkerî ne jî wesayeta siyasî.”