Şewata li Şemzînanê didome 2025-09-08 13:51:34   COLEMÊRG - Li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê li qada daristanê şewat derket û şewat hêj berdewam e.    Şewata duh di danê sibehê de li qada daristanê ya gundê Deryayê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketî didome. Komên agirkujiyê mudaxileyî şewatê dikin. Hat zanîn ku şewat berfireh bûye û nêzî jîngehan bûye.    ‘DIVÊ JI HEWA VE MUDAXILE WERE KIRIN’   Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn, got: “Şewata li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê didome. Helîkoptera hatiye herêmê bi hinceta dê teqwiyaya sotemeniyê bike, bû 3 saet çû û vengeriyaye. Ji ber bayê, şewat her ku diçe mezintir dibe. Divê ji hewayî ve mudaxileyeke baş were kirin. Ji ber ku herêm çiyayî ye, wesayîtên agirkujiyê nikarin nêzî wir bibin. Pêkan nîne bi hêza mirovan were vemirandin. Pir bi lezgînî hewcehî bi alîkariya hewayî heye.”