Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan 2025-09-03 10:56:20   ŞIRNEX - Ciwanê ku duh bi şev li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê bi hinceta di lîstika futbolê de formeyê li ser Kurdistan nivîsandî li xwe kiriye hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.    Ciwanê bi navê Saît Guler ê ku duh bi şev li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê  hatibû binçavkirin, serbest hat berdan. Hat îdiakirin ku Guler ji ber bi formayê li ser Kurdistan nivîsandî li qada bixalî bi gogê lîstiye ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin. Gulerê ku li qereqolê îfadeya wî hat girtin, pirsa "Te ji bo çi ev forme li xwe kiriye?" hatiye pirsîn    Guler piştî îfadeyê derengê şevê serbest hat berdan.