Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne 2025-09-01 21:40:27     AMED - Bi deh hezaran kes di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amedê meşiyan û dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" qîr kirin. Di daxuyaniya piştî meşê de peyama "Em nêzîkî azadiyê ne" hat dayîn.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li bajêr meşek li dar xistin. Gelek kes beşdarî meşê bûn. Girse li ber girtîgeha li navçeya Rezanê kom bû û heya ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê bi dawî bû.   Dayikên Aştiyê pêşengiya meşê kirin ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û Parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP) yê Amed Sezgin Tanrıkulu beşdar bûn. Pankart û tabelayên bi zimanên kurdî û tirkî ên wekî "Ziman, azadî, aştî", "Aştî parastina jinan e, em ji bo civakeke demokratîk dimeşin", "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê statuyê dixwazin", "Em hewceyê aştiyê ne", "Li her derê kurdî, her dem kurdî", "Aştî têkoşîneke xurt e" û "Rêbertiya azad mîsogerkirina aştiyê ye" hatin vekirin.   PEYAMA OCALAN HAT XWENDIN   Bi deh hezaran kesên ku dirûşmeyên wan li kolanên Amedê olan dan, bi coşe mezin gihîştin ber AZC Plazayê. Li vir, girseyê sirûda Çarxa Şoreşê got û daxuyanî da. Hevserokê DEM PArtiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend. Girseyê peyam bi coşeke mezin pêşwazî kir û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.   AFYER KOÇAK: DÊ AŞTÎ BÊ   Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak paşê axivî. Ayfer Koçakê got: "Ev hêviya aştiyê ne tenê ji bo kurdan e, ji bo hemû gelan e. Agirê aştiyê ku bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û bi şewitandina çekan geş bû, îro bi hembêzkirina gel mezin dibe. Lê aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Modernîteya kapîtalîst xwedî hin stûnan e û bi van stûnan, dîsa şer didomîne. Ji ber vê yekê, heke em bi rastî dixwazin aştiyê biceribînin, divê em van stûnan bişkînin. Îro, têkoşîna aştiyê têkoşînek li dijî neteweperestî, zayendperestî û îstismarê ye. Ji xeynî aştiyê rêyeke din tüne ye. Dê aştî were vê xakê. Bijî aşitî."    BAYINDIR: EM NÊZÎ AZADIYÊ NE   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Îro me bang gelên Tirkiye û Kurdistanê kir. Gelê kurd dixwaze li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe bijî. Ew dixwaze li ser axa xwe bi azadî bijî. Ji ber vê yekê, di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de, em li dû civakeke demokratîk û aştiyê ne. We, gelên Amedê, bi deh hezaran kes vê bangê hembêz kiriye û xwedî li maf û statuya xwe derdikevin."   Bayindir destnîşan kir ku gelê kurd çareseriyeke heqîqî dixwaze û got ew îro pir nêzî azadî û aştiyê ne.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi govendgerandinê bi dawî bû.