Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye 2025-08-26 09:02:39 ENQERE - Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk Huriye Kabayelê got: "Pêvajoya heyî ji bo me Elewiyan dîrokî ye. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî binirxînin, jê sûd wergirin û vê yekê ji her kesî re rave bikin. Divê ev wekî gelê Elewî erka me ya sereke be."   Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Huriye Kabayel, li ser komîsyona meclisê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin axivî. Huriye Kabayelê girîngiya vê pêvajoyê, bi taybetî ji bo Elewiyan, destnîşan kir û got: "Ev aştî ji bo me pir hêja ye. Ji ber ku em bi tunebûnê re rû bi rû ne."   Huriye Kabayelê bal kişand ser girîngiya xebatên komisyonê û got ku komisyon xwe bi xwe nehatiye avakirin û îşaret bi paşxenay wê kir. Huriye Kabayelê bilêv kir ku ger gel li pişta komisyonê bisekinin wê komisyon xurttir bibe û got ku ev komisyon di encama têkoşîna 52 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derketiye holê.    Huriye Kabyelê destnîşan kir ku divê hemû gel xwedî li Pêvajoya Civaka Demokratîk derkevin û got: "Em Elewî bi sedan sal in tune tên hesibandin. Kurdên Elewî bêtir bi zextê re rû bi rû ne. Bi salan li dijî vê têdikoşin. Lê îro bi têkoşîan Kurd û Elewiyand eriyek vebû. Ger em xwe di vê komisyonêd e temsîl nekin dê aştiyeke rast çênebe. Ev aştî, divê aştiya li gor dilê hemû Elewiyan be. Divê her Elewî xwe tê de bibîne."   ‘DIVÊ HEMÛ GEL HEVDÎTINÊ BI OCALAN RE BIKIN'   Huriye Kabayelê bal kişand ser girîngiya komîsyonê ku dê guh bide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Birêz Abdullah Ocalan di navenda vê yekê de ye. Neaxivtina bi kesê ku aştî çêkiriye û pêvajo aniye vê astê kêmasiyeke mezin e. Pêdivî ye ku hemû gel bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ne rast e ku kesê ku pêvajo daye destpêkirin û ji bo wê têkoşîn kiriye li derî vê bê hiştin."   ‘JI BO ELEWIYAN DÎROKÎ YE'   Huriye Kabayelê diyar kir ku divê Elewî piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û wiha bang kir: "Di felsefeya Elewîtiyê de, me di şeran de tu carî alî negirtiye. Em her tim aştîxwaz in. Werin em vegerin kokên xwe û rastiyê bibînin. Werin em xwe ji civaka ku bi sedsalan e me wêran dike rizgar bikin. Ev pêvajoya heyî ji bo me Elewiyan dîrokî ye. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî binirxînin, jê sûd werbigirin û ji her kesî re rave bikin. Divê ev erka me ya serekebe."