Şewata li Licê hate vemirandin 2025-08-24 12:58:52 AMED - Şewata li gundê Angolê yê Licê derketî hate vemirandin.    Li gundê Angolê yê navçeya Licê ya Amedê di nava zeviyên çandiniyê de şewat derket. Hat zanîn ku şewat li devera nêzî noqteya leşkerî ji ber zîftê derketiye. Piştî mudaxileya komên agirkujiyê, şewat hate vemirandin. Niha xebatên sarkirina qadê tên kirin.    Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ku ji bo lêkolînkirina şewata di 15’ê Tebaxê de derketibû û bandor li gelek gundan kiribû çûbû herêmê jî tev li xebatên vemirandina şewatê bû.