Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin 2025-08-20 13:29:20   ENQERE - Kesê li pêşiya Meclisê wesayîta bi marka “Torosê” şewitandî, bi sedema “Bi zanebûn xetere li ser ewlehiya giştî çêkiriye” hate girtin.    Kesê bi navê M.E.F. duh li Enqereyê di danê sibehê de li pêşiya Deriyê Çankayayê yê Meclisê wesayîteke spî ya bi marka “Torosê” şewitand. M.E.F. ku hate binçavkirin, piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî mijarê daxuyanî da. Serdozgeriyê got ku der heqê M.E.F. de bi sedema sûcê “Bi zanebûn xetere li ser ewlehiya giştî çêkiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat gotin ku ev kes sewqî 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê û bi heman sedemê hatiye girtin.