Akademîsyenê Çerkes tehliye bû 2025-08-19 09:16:26 WAN - Hîndekarê Zanîngeha  Yuzuncu Yilê ya Wanê Balkar Selçuk Baglar ku ji ber parvekirinên ser medyaya dijital hatibû girtin, tehliye bû.  Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Balkar Selçuk Baglar ku li ser medyaya dijital li dijî îdiaya ku dibêje “Pîramîdên Misirê ji hela Tirkan ve hatine çêkirin” derket, rastî çêrên komên nîjadperest hatibû û wî jî bi gotina “koçerên dizek” bersiv dabû. Baglar, bi sedema vê gotinê di 11’ê Tîrmehê de bi îdiayên “Elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye”  û “Gel li dijî hev sor kiriye” hate girtin.    Piştî îtîraza parêzeran, der heqê Baglar de biryara tehliyeyê hate dayin. Baglar ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin, piştî biryarê hate berdan.