Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn 2025-08-18 10:23:13 COLEMÊRG – Bi deh hezaran welatî beşdarî konsera ku ji aliyê Şaredariya Geverê ve hatibû sazkirin, bûn. Di konserê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.   Bi deh hezaran kes, beşdarî konsera ku ji aliyê Şaredariya Gever a Colemêrgê ve hate sazkirin, bûn. Şêniyên navçeyê tevî zar û kalan eleqeye zêde nîşanî konserê dan û qada konserê tije kirin. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul, berî konserê axivî û ev tişt got: “Bi hezaran kesên ku ev qad dagirtin nîşan  dide ku li çand, mûzîk û zimanê gelê me xwedî derdikevin. Ji bo em çanda xwe ya qedîm biparêzin em ê di çalakiyên wiha de berdewam bin. Em bi mûzîk, govend û bi yekitiya xwe ve hene.”   Hevşaredar Şoreş Dîrî jî wiha axivî: “Ev coş hêzê dide me. Gelê Geverê çalakiyên wiha heq dikin. Em ê di pêşerojê de jî ji bo gelê xwe çalakiyên hunerî li dar bixin.”   Piştî axaftineê Rojda Şenses, konser da. Bi deh hezaran welatî bi stranên Rojda Şensesê ve govend girtin û bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.