ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-17 09:00:27   * Rojnameger Mumtazer Turkone diyar kir ku peywira esasî ya komîsyona li Meclisê civakîkirina aştiyê ye û got: “Meseleya esasî Sûriye ye. Heke di navbera HSD û rêveberiya Şamê de şer derkeve û Tirkiye li cem hikûmeta Şamê cih bigire, tiştekî bi navê pêvajoyê namîne.”    *Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û aktîvîsta mafên jinan Dîba Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê rizîbûneke cidî ya civakî heye û got: “Diyanet, vê rizîbûnê dide aliyekê û vê rizîbûnê li ser bedena jinê ji milyonan kesên tên mizgeftê re vedibêje. Ev yek, nîşan dide bê jin di bin zext û gefeke çawa de ne.”    * Lezgîn Dayangaç ku kurê wî Mehmet Dayangaç li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku her tim zext û tundî li kurê wî tê kirin û bang li rayedaran kir ku li girtîgehê lêkolînê bikin.    *  Di anketa Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê de ji sedî 97,79’ê beşdaran xwestin di hemû qonaxên perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.