Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin 2025-08-07 16:46:33 DÊRSIM- Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Ozgur Ateş binpêkirinên di nava 6 mehan de li bajar hatine kirin vegot û anî ziman ku ev binpêkirin gefê li mafên xweîfadekirin, xwebirêxistinkirin, azadiya geriyanê û mafê jiyanê dixwin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê rapora xwe ya têkildarî 6 mehên ewil ên sala 2025’an aşkera kir. Daxuyanî, li avahiya şaxê hate dayin. Hevserokê Şaxê Ozgur Ateş da zanîn ku ji mafê jiyanê heta mafên xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê, ji mafê bijartin-hilbijartinê heta yên xebat, hawirdor û ekolojiyê gelek binpêkirinên mafan hatine belgekirin.    Ateş, da zanîn ku di 6 mehên ewil ên salê de mafên sereke û azadiya welatiyan ji gelek aliyan ve hatine binpêkirin û got: “Protestoyên demokratîk û daxuyanî hatine astengkirin, der heqê parastvanên mafan, bijartî û hunermendan de lêpirsîn hatine vekirin. Azadiya xweîfadekirinê ya gel hem li kolanan hem jî li ser qada medyaya dijîtal hatiye astengkirin; bi taybet jî jin, ciwan û aktîvîstên hawirdorê bûne hedefa van zextan. Zexta venêrîna domdar ku salên demdirêj e li bajar sîstematîk bûne, bandorê li her qada jiyanê dike. Kontrolên rêyan, sepanên GBT’ê yên keyfî, lêkolînên li ser medyaya dijîtal; weke amûreke tirsandina welatiyan, gefxwarineke li ser ewlehiya şexsan û binpêkirina jiyana taybet tê bikaranîn. Ev sepan ne tenê li ser ewlehiyê, di heman demê de li ser îfadeya polîtîk, xwebirêxistinkirin, azadiya geriyanê û mafê jiyanê jî gefeke mezin e.”    'LÊGERÎNA MAF TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’    Bi domdarî Ateş anî ziman ku bi qeyûman re îradeya gel tune hatiye hesibandin, zirar gihiştiye rêvebirina demokratîk, gelek xebatkarên şaredariyê ji kar hatine derxistin û gef li mafê jiyan û debarê yê kesên di rêveberiyên herêmî de kedê didin hatiye xwarin.    Ateş, destnîşan nkir ku bipêkirinên di qada hawirdor û ekolojiyê de jî gefê li qadên jiyanê dixwin û wiha pê de çû: “Li gelek navçeyên Dêrsimê projeyên madenan hatine rûxsetkirin, deverên pîroz, ekosîstemên daristanan, qadên çandiniyê û li ser çavkaniyên avê texrîbatên jêneveger hatine kirin. Ev sûcên li dijî xwezayê tên kirin, xespkirina mafê jiyanê, mafên çandî û mafên nifşên pêşerojê ne. Krîmînalîzekirina welatiyên li dijî vê hilweşîna ekolojîk derdikevin, astengkirina têkoşîna lêgerîna maf e.”    BINPÊKIRIN    Di raporê de sepana kontrolkirina nasnameyan a di têketin û derketina bajar de, zexta sîxûrtiyê ya li xwendekaran tê ferzkirin, tundiya li dijî jin û zarokan, pirsgirêka cihê mayinê ya xwendekaran, zextên siyasî, zexta darazê, mudaxileya li dijî mafê xweîfadekirinê, binçavkirin, astengkirina mafê civîn û xwepêşandanan, derxistina kar a piştî tayînkirina qeyûman, texrîbatên ekolojîk û projeyên madenan  weke binpêkirinê li bajar hatin rêzkirin.    DAXWAZ     Daxwaz jî wiha hatin rêzkirin: “Hewceye zextên li ser azadiya xwedîafedkirinê û xwebirêxistinkirinê bên bidawîkirin. Divê rêzê ji bo mafê bijartin-hilbijartinê bigirin û mudaxileya li dijî îradeya gel bê bidawîkirin. Karkerên ji şaredariyê hatine derxistin divê li karê xwe vegerin û mafê xebatê bê misogerkirin. Hewceye projeyên rê li ber hilweşîna ekolojîk vedikin bên betalkirin û xweza û cihên pîroz bên parastin. Tundiya li dijî ajalan û zimanê nefretê divê bê sekiandin û mafên ajalan di destûra bingehîn de bên misogerkirin. Mafên mirovan; bingeha aştî, azadî û wekheviyê ne. Dema ev stûn rûxiyan, ne tenê kes lê zirar digihije tevahiya civakê. Bi vê boneyê, em bang li her kesî dikin ku ji bo parastina mafên xwe berpirsyartiyê li xwe bigirin û piştevaniyê mezin bikin.”