Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû 2025-08-06 15:41:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 8’ê Tebaxê de were lidarxistin.    Komîteya Amadekar a “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” ragihand ku dê konferans di 8’ê Tebaxê de li Hesekê were lidarxistin. Amadekariyên konferansê ji meha Hezîranê ve berdewam dikirin. Konferans dê bi dirûşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” bê lidarxistin.    Ji bo konferansê gelek kesayetên cuda hatine vexwendin. Tê payin ku hejmara delegeyan di navbera 400-500’an de be. Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku niha ji aliyê komîteya amadekar ve tê hazirkirin nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.