Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt 2025-08-03 09:42:01   STENBOL - Aydin Aydogan ê ku di protestoya Dayikên Şemiyê de milê wî şikestibû, giliyê Suleyman Soylû kir û dadgehê gilî red kir. Aydogan got, "Biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin."    Parêzvanê mafê mirovan Aydin Aydogan di 25'ê Tebaxa 2018'an de dema çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê de rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de milê Aydogan şikest û derb li gelek cihê wî xistin.    Aydogan gilî kir û piştî ku encam negirt vê carê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê têkildarî serlêdanê biryara "îxlalkirinê" da. Piştî vê Aydin serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest der barê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû de lêpirsîn bê vekirin. Serdozgeriyê bersiv da û got, "Bi pêşniyarnameyekê re ku bi piraniya temamiya hejmara giştî ya parlamenteran (...) wê bê dayin, pêkan e ku li dijî wezîran ji ber îdîayên sûcên têkildarî wezîfeya xwe lêpirsîn bê vekirin.   Aydogan di 22'ê Kanûna 2023'an de serî li Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK ) da. TÎHEK'ê bi vê yekê re nîşan da ku desthilatdarî bi parlamentoyê re derewan dike, serlêdan 'nayê pejirandin'. Di 23'ê Îlonê de serî li Dadgeha Îdareyê ya 17'emîn a Enqereyê hat dayîn. Dadgehê biryar da ku 'bêdestûr e' û dosya şand 25'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê. Dadgeha Îdarî ya 25'emîn a Enqereyê piştre ji TÎHEK'ê daxwaza parastinê kir.   PARASTINA TÎHEK'ê   TÎHEK'ê di parastina xwe de behsa armanca xwe ya damezrandinê kir. TÎHEK'ê da zanîn ku armanca wê ew e ku "mafên mirovan ên li ser bingeha rûmeta mirovahiyê werin parastin û pêşxistin, mafê şexsan wekhev bê dîtin û pêşî li cihêkariyê bê girtin ku ji maf û azadiyên ji aliyê qanûnî ve tên naskirin sûdê werbigirin." Her wiha hat diyarkirin ku yek ji peywirên wê ew e ku "lêkolîn kirin, biryargirtin û şopandina encamên binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina qedexeya cudakariyê û binpêkirinên têkildarî kesên ku ji azadiya xwe bêpar in, an ji derveyî fîzîkî yan jî li ser serlêdanê."   Di parastinê de TÎHEK'ê îdia kir ku serlêdana Aydogan ne di çarçoveya erka wan de ye. Di parastinê de hat gotin, "(...) Di çarçoveya qedexekirina cihêkarî û mekanîzmaya pêşîgirtinê ya neteweyî de, ku di xala 9'emîn a Qanûna 6071'ê de hatiye diyarkirin, serlêdana li dijî Wezîrê Karên Hundir ê wê demê ku qadên lêkolînkirina serlêdanê lê tên nîşandan, têkildar e û serlêdan nayê nirxandin."   DADGEHÊ RED KIR   25'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryara xwe ya têkildarî serlêdanê aşkera kir. Di biryarê de xala 106'emîn a Destûra Bingehîn a bi sernavê "Alîkarên Serok, Ji bo Serokkomarî û Wezîran Tevdigerin" û hat destnîşankirin ku bi pêşniyarnameya ji piraniya hêsan a temamiya hejmara giştî ya parlamenteriyê re, li dijî serokkomar û wezîran lêpirsîn dikare were destpêkirin.    Her wiha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a 'îxlal' a der barê armancên sazûmankirina TÎHEK'ê de jî cih girt. Di biryarê de hat gotin, "Ji ber ku hatiye fêhmkirin ku daxwaza îdîager bi armanca destûrdayîna lêpirsîna li ser Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû hatiye amadekirin û ev daxwaza hatiye gotin neketiye bin hukmê darazê yê rêveberiya bersûc." Dadgehê li ser van sedeman doz red kir.    Aydin Aydogan diyar kir ku divê TÎHEK li gorî "rêgeza wekheviyê" binpêkirinên mafên mirovan a wekheviyê lêkolîn bike. Aydogan wiha got: "Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser binpêkirina mafan weke mînak nîşan neda û bûyer binpêkirina mafên mirovan e jî biryara redkirinê hat dayîn."    Aydogan anî ziman ku ev biryara dadgehê 'nayê qebûlkirin' wiha got: "Li gorî biryara ku di dosyaya navborî de hatiye girtin, min 18 hezar TL heqê parêzeriyê da. Ev biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin. Lê belê, ji niha ve bi salan e em li kolanan berdêlan didin."    MA / Omer Îbrahîmoglu