Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin 2025-08-02 09:15:42 ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlihê bang li komîsyona li meclisê hat avakirin kirin ku pêşî berdana girtiyên nexweş esas bigire.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi pêşketinên girîng pêşve diçe. Li meclisê omîsyonek hat avakirin ku yek ji stûnên sereke yên pêvajoyê ye. Rêxistinên civaka sivîl û welatî daxwazên xwe yên der barê xebata pêşîn a komîsyonê de anîn ziman ku dê di 5'ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem li dar bixe.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlihê jî bendewarî û daxwazên xwe yên ji vê pêvajoyê anîn ziman. Melahat Sarhanê diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê derfetek ji bo aştiyê afirandiye. Melahat Sarhanê diyar kir ku divê dewlet jî di vî warî de gavan biavêje û got: "Divê êdî zarokên me nemirin. Bila pirsgirêk bi siyasetê çareser bibe, ne bi çekan. Ev tam peyama ku PKK'ê şand bû. Ev tê wateya bêdengkirina çekan û destpêkirina danûstandinan, lê dewletê hîn jî gavek neavêtiye."   Melahat Sarhanê destnîşan kir ku birayê wê Şukru Baytur pênc sal in girtî ye û berdana wî şeş mehan hatiye paşxistin û got: "Divê hikûmet di vê heyamê de girtiyên nexweş û siyasî berde. Her çend ev şer 100 salan bidome jî, dîsa jî dê aştî çêbibe. Ji ber vê yekê, divê dewlet tavilê tedbîran bigire."   'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDE'   Şukran Akkurtê bertek nîşanî neavêtina gavekê ji aliyê dewletê ve da û got: "Înfazên girtiyên siyasî yên li zindanan hîn jî tên paşxistin. Pêvajoyek heye, lê li gorî wê gav nayên avêtin. Bi rastî, ew wekî ku pêvajoyek tune be tevdigerin. Divê komîsyona meclisê pêşî rewşa girtiyên nexweş û siyasî çareser bike û wan berde. Divê ev pirsgirêk bi siyasetê were çareserkirin."   Halîse Bilirê diyar kir ku kurê wê Aydin Bilir (Serdar Zana) di sala 2018'an de li navçeya Sason a Êlihê û Agit Bilir (Dilşer) jî di sala 2016'an de li navçeya Cîzîr a Şirnexê jiyana xwe ji dest daye û got: "50 sal in dayik digirîn; dem hatiye ku ev şer bi dawî bibe. Em naxwazin ne dayikên kurd û ne jî yên tirk bigirîn."   AZADÎ JI BO OCALAN   Halîse Bilirê ku rexne li gotinên "Dewleta Bêteror" ên hikûmetê yên der barê pêvajoyê de kir, got: "Bi van gotinan aştî nayê bidestxistin. Ji bo ku aştî pêk were, divê dewlet jî gavan biavêje. Divê hemû girtiyên siyasî, bi taybetî Abdullah Ocalan, werin berdan."   MA / Ozan Bayindir