Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin 2025-08-01 13:18:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrişên Îsraîlê, Îranê 3 girtiyên jin ên ku nerazîbûn nîşanê şert û mercên xwe dane bi cazeyê hücreye ceza kir.   Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, girtiyên siyasî ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin. Girtiyên jin ên siyas ku li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, hatin cezakirin.   Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, di derbarê rewşa sê girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Qerçek agahiyan belav kir.   Hate ragihandin ku sê jinên girtiyên siyasî yên Îranê; Mesûde Eskerî, Mesûme Nesacî û Saye Sîdal yên li girtîgeha Qerçek, 6 rojin di hucreya yek kesî dene.   Malperê da zanîn ku her sê jinên girtî ji ber nerazîbûn nîşanî şert û mercên girtina xwe kirine, hatine cezakirin.   Di dema şerê navbera Îsraîl û Îranê de roja 24’ê Hezîrana îsal, Îsraîlê girtîgeha Evînê bombebaran kir û di encamê de 70 girtiyên siyasî ji girtîgeha Evîn ji bo girtîgeha Qerçek hatin şandin. Li gorî girtiyên hatine şandin bi xwe dibêjin, ew di odeyek biçûk û qerebalix de bêyî hewagirtinek guncaw têne girtin, rewşa wan a tenduristiyê xirabe û ew nikarin xwarinek bi tendurist wer bigirin.