Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin 2025-07-30 16:29:32   WAN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 7 astengdar ji kar derxist. Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ve tên mexdûr kirin, karên xwe dixwazin.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 223 xebatkar bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar derxist. Xebatkarên ku ji kar hatine derxistin, her roj çalakî li dar dixin û biryarê protesto dikin.   Xebatkarên ku ji kar hatin derxistin 7 jê astengdar in. Veysel Yalçin û Ramazan Oner ên ku rapora wan a astengiyê hene, li dijî biryarê bertekên xwe nîşan dan. Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ji kar tên derxistin xwestin ku mexduriyeta wan bê çareserkirin.     ‘EZ KARÊ XWE DIXWAZIM’   Veysel Yalçin, diyar kir ku ev 11 sal in li şaredariyê dixebite û got: “Hevjîna min wefat kir ez li 5 zarokan dinêrim. Ez debara xwe bi mûçeya şaredariyê ve dikim. Ev cara duyemîn e ez ji aliyê qeyûm ve ji kar têm derxistin. Ez dema Bekîr Kaya katim kat, qeyûm cara berê jî ez ji kar derxistim. Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan min dîsa xistin kar. Piştî 6 mehan qeyûm careke din ez ji kar derxistim. Ez karê xwe dixwazim.”   QEYÛM EMXDÛR DIKE   Ramazan Oner, diyar kir ku ji ber biryara qeyûm medxûr bûne û ev tişt anî ziman: “Ez bi awayeke hiqûqî ji kontejana astengdaran ketim kar. Rewşeke bêhiqûqî tune. Ji ber vê rewşê ez pir mexdûr bûm. Bila tavilê ev mexdûriyeta min bê dawîkirin.”