Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş 2025-07-27 16:05:25   AMED - Hevserokên DBP'yî Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir çûn serdana Veysî Aktaş ê ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê serbest hat berdan.   Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayin çûn serdana Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û piştî 31 sal û 3 mehan serbest hat berdan. Di serdanê de ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê pêk hat, hevserokan parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, endamên Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclisa Partiyê (PM) tevlî bûn.    Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir silav dan Aktaş û malbata wî. Piştî silavdanê, ji çapemeniyê re girtî dewam kir.