Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne 2025-07-19 15:54:44   DÊRSIM - Kadriye Dogan di "Komxebata Dayikan" a ji aliyê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ve hat organîzekirin de axivî û destnîşan kir ku jin û dayikên Elewî li paş hatine hiştin û got, "Dayik hilgirê heqîqetê ne."    "Komxebata Dayikan" a ji aliyê Meclisa Jinê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) ve bi dirûşma "Rastî Rêya Dayikê ye" tê lidarxistin, destpê kir û wê du rojan dewam bike. Di komxebata li Gundê Marçîk a girêdayî Dersimê pêk hat de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û her wiha gelek jin amade bûn.    Li cihê çalakiyê pankartên, "Xwedî li rê yê dayik, sir a wê ye" û "Ji Anahîta heta Dayik Fatma, ji Zarîfe heta Sakîneyan rastiya jinê heye. Ev dîrok ya me ye."    HILGIRÊN HEQÎQETÊ DAYIK IN    Di axaftina vekirinê de Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan axivî û wiha got: "Em bi dengê ava Dêrsîmê, sîwana dayikan, bîhna axê û germahiya rojê hatin cem hev." Kadriye Dogan bi bîr xist ku ji mêj ve ye dengê jin û dayikên Elewî tên û got, "Dengê dil dayê ye" û destnîşan kir ku dayik barkêşên rastiyê ne.    Kadriye Dogan diyar kir ku wan komareke sedsalî li dû xwe hiştine û wiha got: "Vê komarê rengên me tune kir, baweriyên me qedexe kir. Lê elevîtî tevî hemû qedexeyan jî hebûna xwe didomîne. Hêza baweriya me ev e. Em baweriya xwe li her derê zindî bihêlin."   DI BAWERIYA ELEWIYAN DE CIHÊ JINAN    Di rûniştina yekemîn de ku moderatoriya wê Hûlya Bozkûrt kir, Edîbe Şahîn a ji Kureyşan Ocakê li ser mijara "Raa/Rêya Heq: Cihê jinê di baweriya Elewiyan de" axivî. Wê cewhera baweriya Elewîtiyê, zimanê wê, cihê jinê û veguherîna wê ya dîrokî vegot.    Edibe Şahîn wiha got: "Em di asîmilasyonên ewçend dirêj re derbas bûn ku em êdî nikarin bi zimanê xwe yê dayikê jî hev fêm bikin. Eger em îro li ser baweriya li Dêrsimê nîqaşan dikin, xwezî me bi karîbûna bi temamî bi zimanê xwe yê dayikê bikira. Lê belê hem zaliman hem jî zîhniyeta baviksalariyê ev ziman û bawerî asîmîle kirine."   RÊGEZA RIZAYÊ    Edîbe Şahîn bal kişand ser xalên şikestinê yên dîrokî yên baweriya Elewîtiyê bi bîr dixe ku serdema 12'ê Îlonê ji bo baweriya Elewiyan travmayeke mezin e û wiha got: "Di sala 1938'an de keçên me birin, di 12'ê Îlonê de jî kurên me birin. Hemû li Îmam Hatîp (medreseyên olî) hatin asîmîlekirin. Ji rê û rêbaza rêveçûna cenazeyên me heta windakirina zimanê me, gelek pirsgirêkên me ji van polîtîkayan derdikevin."    Edîbe Şahîn destnîşan kir ku prensîba lihevkirinê bingeha baweriya Elewîtiyê ava dike û got, "Li civakeke ku her kes bi hev re têkildar e, edalet û wijdan bi awayekî xwezayî derdikeve holê."   'YA KU JIYANÊ DIDE DAYIK E'    Ana Fîdan Yildiz diyar kir ku ew hatine ser axa rastiyê û wiha got: "Ev rê wê ji dest neçe, wê bi pêş ve biçe. Ev rê wê bi avaniya jinê ji nû ve were avakirin. Em jin, em ê vê rêyê bi teşe bikin. Em di dilê xwe de ne, em li malên xwe yên pîroz in. Ya ku dide jiyîn dayik e."     Dayika Ocaxa Seyît Derwêş Cemal Cevahîr Altunok jî got, "Divê em gundên xwe bi xwe ava bikin. Werin em vê baweriya kevnar bi hembêzkirinê biparêzin." Ana Menşure Dogan got, "Em ji zarokên xwe bi şens in. Em bi şens in ku şahidî ji rîtuelên kalên xwe re dikin. Lê belê zarokên me nikarin bibin şahidê van rîtuelan. Rêya me rêya xweşik e. Rêya aştî, biratî û hezkirinê ye."   RÊYA HEQÎQETÊ BI DESTÊ JINAN TÊ MEŞADIN    Ji Ocaxa Baba Mansûr Dayik Elîf Hurustanê wiha got: "Dema sibehan dayik hişyar bûn, ji bo cîhan, gerdûn û dawiyê ji bo malbata xwe dua dikirin. Niha weke dayik bi hev re em rûyê xwe bizivirînin hemû serdanên xwe. Em bi zarokên xwe re di vê rêya heqîqetê de bimeşin. Ev rê ji aliyê jinan ve tê meşadin. Rêya me rêya heqîqetê ye, rêya Dayika Fatma ye. Lê niha her kes behsa kal û pîran dike. Kes qala dayikan nake. Bi vî awayî ava bûye ku li dora mêran dizîvire. Lê ev rê ji aliyê jinan ve tê meşadin. Naxwe em ê winda bibin. Êdî bes e; bila aştî û biratî hebe Em jin ne şer lê aştiyê dixwazin.''    Bername bi gotinan (deyîş) berdewam kir.