Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî 2025-07-19 14:45:49   BURSA - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku li Bûrsayê bi jinan re beşdarî civînê bû û got, "Em dizanin ku aştiya li Tirkiyeyê dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn jî.   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Bursayê di çarçoveya "Di avakirina aştî û civaka demokratîk de hevdîtina jinan" de bi jinan re hat cem hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, endama Koordînasyona Meclîsa Jinan Gulbahar Gunduz û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn.    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, diyar kir ku aştiyeke bi rûmet ji bo her kesî pir girîng e û wiha axivî: "Divê em ji bo vê derfeta dîrokî hêviyê xurt bikin. Li vir, em jin divê hêza xwe bibînin. Dema ku em vê hêzê dibînin, em dikarin bi rastî gelek tiştan biguherînin. Ev bingeha têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ye. Em bi hezaran salan di pergaleke serdest a mêran de hatin bindestkirin, lê îro, em jin dibêjin ku em hene. Em ê li dijî cudakariyê, li dijî tundiyê şer bikin. Em dizanin ku aştiya li Tirkiyeyê dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn jî."   Halîde Turkoglu behsa Şoreşa Rojava kir û wiha got: "Modela li Rojava bi xwe ji bo gelê Sûriyeyê modelek çareseriyê ye. Ger îro jinên Elewî tên qirkirin, ger îro jinên Durzî tên qirkirin, qetlîam bi rastî jî diqewimin ji ber ku ew nekarîne modela xwe biafirînin, ji ber ku nekarîne xwe rêxistin bikin, ji ber ku nekarîne jiyana xwe ya taybet eşkere bikin bi gotineke din, ji ber ku ew perçe perçe mane. Şoreşa Rojava modelek e ku azadî û wekheviya jinan garantî dike. Ew tovek bû, şîn bû û veguherî dareke mezin. Hema bêje hemû gel daxwazên xwe li Rojava datînin. Hema bêje hemû gel hêviyên xwe li Rojava datînin. Ew pêşeroja xwe li wir dibînin."