Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir 2025-07-18 12:12:47   ENQERE – Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, wêneyeke xwe bi gotina “wijdan terazûya herî mezin e, tu caran şaş nabe” ve parve kir, di wêneyê wî de pirtûka Abdullah Ocalan li ser masê ye.   Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal de wêneyeke xwe bi gotina “Wijdan terazûya herêi mezin e, tu car şaş nabe” ve parve kir. Cihgirtina pirtûka “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Têbîniyên Îmraliyê)” a Abdullah Ocalan li ser maseya Yildiz, balkêş e.