Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît 2025-07-18 09:07:12 SÊRT/WAN - Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne."  Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û dû re di kongreya xwe ya 12'emîn de ku di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hat, biryar da ku xwe fesix bike. Piştî peyama bidîmen ya Abdullah Ocalan a di 9'ê Tîrmehê de, di 11'ê Tîrmehê de, "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" a ji 30 kesan pêkhatî, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê, çekên xwe bi merasîmekê îmha kir.   Di nav kesên ku çekên xwe îmha kirin de Huseyîn Nas (Xebat Penaber) (30) û Tacdîn Işik (Mehtî Akîf) (47) jî hebûn. Huseyîn Nas ê ji Sêrtê, di sala 2014'an de tevlî PKK'ê bûye û Mehtî Akîf jî ji gundê Çarçelan ê navçeya Payîzaya Wanê di sala 1994'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye.   LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ TEVLÎ PKK'Ê BÛ   Malbata Işik yek ji wan malbatan e ku di salên 1990'î de bi şewitandina gundan, serdegirtin û îşkenceyê re rû bi rû maye. Işik ku di zarokatiya xwe de di serdegirtinên gundê wan de bi îşkenceya dewletê re rû bi rû maye, tundiya sîstematîk a dewletê qebûl nekiriye û di 16 saliya xwe de tevlî PKK'ê bûye. Piştî ku Işik tevlî PKK'ê bûye, zext li ser malbatê zêde bûne. Ji ber vê yekê, malbat neçar maye ku di sala 1995'an de koçî Stenbolê bike û di sala 2018'an de vegeriyaye bajarê xwe Wanê.   90 SALÎ YE: BILA DAYIK BIGIHÊN ZAROKÊN XWE   Dayika 90 salî ya Mehtî Işik, Kûmrû Işik, anî ziman ku ji ber ku di merasîmê de kurê xwe dîtiye kêfxweş bûye. Işik destnîşan kir ku ev cara yekem e ku ew piştî gelek salan wî dibîne û got: "Dema ku min kurê xwe dît ez pir kêfxweş û bi heyecan bûm. Ez bi wî pir serbilind bûm. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi rêkûpêk berdewam bike û ji bo hemû mirovan pêşerojek geş û serfiraz peyda bike. Tenê daxwaza min ew e ku hemû zarok demildest bigihên dayikên xwe."   'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'   Kûmrû Işikê bal kişand ser banga bidîmen a Abdullah Ocalan jî û got: "Em pir kêfxweş bûn ku piştî 26 salan me dîmenê birêz Abdullah Ocalan dît. Em hêvî dikin ku ev bangên birêz Abdullah Ocalan dê serkeftî bin. Mîna her kesî, em jî aştiyê dixwazin û em bawer dikin ku ew ê çêbibe. Ji bo ku ev çêbibe, divê pêşî azadiya birêz Ocalan were misogerkirin. Ger ev pêk were, em ê baweriya xwe bi tevahî bi pêvajoyê bînin. Hemû duayên min ji bo vê yekê ne."   Kûmrû Işikê bi bîr xist ku kurê wê ji ber îşkence û zilma ku li gund dîtine tevlî PKK'ê bûye û got: "Kurê min li dijî zilma dewletê tevlî PKK'ê bû. Ez dixwazim ev neheqî hemû bi vê pêvajoyê bi dawî bibin."   Kûmrû Işikê ku got ku ew hemû gerîlayan wekî zarokên xwe dibîne, wiha pê de çû: "Ew hemû zarokên min in. Ger ez careke din bigihêm kurê xwe, ez dixwazim bi wî re li ser hemû tiştên xweş biaxivim. Mînak, ez dixwazim ku ew ji min re behsa serpêhatiyên xwe, hevalên xwe û jiyana xwe ya li wir bike."   Mehmet Can Nas, birayê mezin ê Huseyin Nas jî, behsa hestên xwe yên dema ku birayê xwe dîtine lê peyda bûne kir. Nas anî ziman ku dema ku merasîmê temaşe dikir, dayika gerîlayekî ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû jê re gotiye, "Xwezî zarokê min van rojan bidîta û dîsa serê xwe daniya erdê." Nas bilêv kir ku van gotinan bandoreke mezin li wî kirine. Nas ku qurbaniyên ku gelê kurd dane bi bîr anî, diyar kir ku dema ku merasîm temaşe dikir kêliyek dilşewat bûye û got: "E li hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û malbatên ku zarokên xwe ji bo vê dozê winda kirine fikirîn. Bê guman, hebûna hezkiriyekî mirov di merasîmê de hestek cuda ye. Lê ji ber bedênlên hatine dayin, em nikarin hezkirina xwe bidin der."    'CÎHANÊ HÊZA TERORÎK Û PRATÎKÊ DÎT'   Nas, şewitandina çekan ji aliyê PKK'ê ve wekî "gaveke niyeta baş" bi nav kir û got: "Kurd bi hev re li pişta Abdullah Ocalan in. Bi merasîmê re, tevahiya cîhanê dît ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê, hem ji hêla teorîk ve û hem jî ji hêla pratîkî ve amade ye. Em baweriya xwe bi zanîn, ezmûn  teorî û pratîka Abdullah Ocalan tînin. Hemû gelê me li pişta wî ye. Gelê kurd û PKK heya dawiyê girêdayî wî ne."    Nas destnîşan kir ku pêwîst e li meclisê komîsyon bê avakirin û dewlet demildest gavên qanûnî biavêje. Nas got: "Gavên qanûnî dê baweriya gel a ji bo pêvajoyê zêde bike û bêbaweriya bi dewletê ji holê rake. Li aliyê kurdan tu pirsgirêk tune, lê ji ber nebûna gavên aliyê tirk, fikarên gel hene. Bi kêmanî divê gaveke li meclisê bê avêtin, girtiyên nexweş bên berdan, girtiyên siyasî bên berdan û ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin."    MA/ Ozan Bayindir- Rûkiye Payîz Adiguzel