ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-18 09:00:29 * Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne."  * Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye."   * Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."   * Welatiyên li navçeya Kopê ya Mûşê dijîn diyar kirin ku divê dewlet gavên mezin bavêje da ku jidilbûna xwe ya bi pêvajoyê misoger bike û divê girtiyên siyasî demildest werin berdan.   * Dayika Aştiyê Rahîme Tûranê diyar kir ku ew dixwazin merasîma îmhakirina çekan bibe wesîleya aştiyê û dixwestin zarokên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane jî vê rojê bidîtana û got: "Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin."   * Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu ya ku li Hêrêma Federe ya Kurdistanê beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû got: “Koma Aştî û Civaka Demokratîk ji bo her kesê bû hêvî.”   * Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Abdullah Ocalan azad be.   * Li Rihayê û li navçeyên wê 200 civînên bi gel re hatin lidarxistin, di civînan de welatiyan ji dewletê xwestin ku gavên şênber biavêje.    * Ciwanên sosyalist ên ku diyar kirin têkoşîna kesên di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane didin domandin, gotin: “Li wir tişta ku hat hedefgirtin, têkoşîna gelan a yekgirtî bû.”   * Di çarçoveya “Civînên Civaka Demokratîk” de, di 25 civînên ku li Enqere û li Konyayê hatin lidarxistin de bi 50 hezar kes beşdarî civînan bûn. Hevberdevkê DBP’ê yê Anatoliya Navîn Ensar Bozkurt got: “Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê.”   * Xizmên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, daxwaza sererastkirinên qanûnî kirin.    * Di 10-20’ê Tîrmehê de dê li Dêrsimê “Komxebata Dayikan” bê lidarxistin. Rêvebira DAD’ê Fethiya Yildirim got: “Em ê baweriya xwe ya tê xwestin ji kokên xwe bên hilqetandin, ji nû ve bi dayikan re gotûbêj bikin.”   * Şaxa SES’ê ya Stenbolê ji bo daxwaza peymanên karên komî dê li Bahçelîevleri li pêşiya Mudiriyeta Xizmetên Civakî ya Bajêr kom bibin. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, dê raporên têkildarî binpêkirinên mafên jiyanê yên li Herêma Marmarayê li Şaxa ÎHD’ê daxuyaniyê bide. 13.00)