Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat 2025-07-17 14:34:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişeke din a bi dronên bombebarkirî li ser bîrên petrolê yên Tawkê ya li Zaxo hat kirin. Di heman demê de dronek bombebarkirî li nêzî Hewlêrê ket xwarê.   Li navçeya Zaxo ya Duhokê ya Herêma Kurdistan a Federe bi dronek bombebarkirî êrişî ser bîrên petrolê ya Tawkê hat kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di heman demê de li nêzî Hewlêrê jî dronek bombebarkirî ketiye xwarê.   Ev 4 roj in bi dronên bombebarkirî êrişî ser bîrên petrolê yên li Herêma Kurdistan a Federe tên kirin. Heta niha tu kom û aliyan berpirsiyariya van êrişan negirtine ser xwe.