Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide 2025-07-16 13:29:52 ENQERE -Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtinê daxuyandin ku divê muxalefet tevkariyê li pêvajoyê bike û her kes ji bo vê tevbigere.    Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthan Sancar û Ozgur Erol ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re bi dawî bû. Piştî hevdîtinê şandeyê û Davûtoglû daxuyanî dan.    Ewilî Davûtoglû axivî. Davûtoglû anî ziman ku di konjuktureke wiha de ku cîhan tê de ye û herêma wan jî tesîrê jê digire, ew di asteke ku divê her kes hewl bide de ne. Davûtoglû got: "Bi taybetî me ji bo komisyona li Meclisê danûstendin kirin. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku divê her kes baldar tevbigere. Faktorên derûnî, di pêvajoyên wiha de pir bibandor in. Divê em qiyasnefsê bikin û zimanekî baldar bi kar bînin ku pêvajo bimeşe. Em hêvî dikin ku pêvajo bi ser bikeve û em di demeke nêz de bibinin û tevkariyê li çareserkirina vê meseleya mezin bikin."    ‘DIVÊ MUXALEFET PIŞTGIRIYÊ BIDE'   Pervîn Bûldan jî got: "Me hevdîtineke girîng kir. Me asta ku pêvajo hatiye ragihand birêz Davûtoglû û şandeya wî. Ji bo me girîng e ku em sûdê ji tecrûbeyên birêz Davûtoglû bigirin. Rabirdû girîng e û ew di pêvajoya berê de serokwezîr û. Lewma ev serdan ji bo me watedar e. Pêvajo di asteke diyarkirî de dimeşe. Tê payin li meclisê komîsyonek bê avakirin. Ne tevkariya partiyekê an jî du sê partiyan, divê hemû oartiyên muxalefetê piştgiriyê bidin vê komîsyonê. Lewma dê danûstendin û hevdîtinên me im bidomin. Ji bo tecrûbeyên xwe yên hêja ragihîne me wê hevdîtinên me bidomin. Careke din em malavayiya birêz Davûtoglû û şandeya wî dikin."    Sancar jî bilêv kir ku ji bo pêvajo baş bimeşe pêdivî bi piştgiriya civakî heye û got ku hevdîtina bi Davûtoglû re baş bû û kêrhatî bû.