TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya 2025-07-13 09:20:06   RIHA - TJA’yê di çarçoveya hevdîtinên gel de li Xelfetiyê bi jinên Tirkmen re civiya.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li gundê Erehê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi jinên Tirkmen re civiya. Hevdîtin, li meydaneke gund hate kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, endama PM’a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik jî tev li bûn.    Di hevdîtinê de pankarta “Ji bo yekitiyê destê jinê, ji bo aştiyê dengê Tirkmen” hate hilgirtin. Piştî axaftinan, pirsên jinan ên têkildarî pêvajoyê hatin bersivandin. Jinên Tirkmen ên tev li civînê bûn, li dijî yekperestiya netewe dewletê bal kişandin ser girîngiya yekitiya jinan.    Civîn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.